Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bila Şingal bibe parêzgehek ser Herêma Kurdistanê ve
 
Bila Şingal bibe parêzgehek ser Herêma Kurdistanê ve
2016-09-25 19:37
MediaKurd > info@mediakurd.com
Mîrê kurdên êzîdî Mîr Tehsîn Beg bang li NY kir, Şingalê biparêzin. Mîr Tehsîn her wiha daxwaz kir, Şingal bibe parêzgeh û bikeve ser
Herêma Kurdistanê.


Mîr Tehsîn Beg, di hevpeyvînekê de digel BBC, behsa komkujî û jenosîdên li dijî kurdên êzîdî her wiha xiyaneta ereban li dijî êzîdiyan, girtin û revandina jinên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve kiriye û bang li NY kiriye, Şingalê û kurdên êzîdî biparêzin.


Mîrê êzîdiyan her wiha gotiye, ji bona ku karesata Şingalê dubare nebe bila NY hêzekê bo parastina Şingalê bişîne. Ji ber ku baweriya me bi hikûmetê nayê.


Mezinê êzîdiyan, behsa alîkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bo kurdên êzîdî jî kiriye û daxwaz kiriye Şingal bibeparêzgeh û bikeve ser Herêma Kurdistanê.

PDK info