Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : %23 ji nefta Kerkûkê ji Necmedîn Kerîm re diçe
 
%23 ji nefta Kerkûkê ji Necmedîn Kerîm re diçe
2016-09-19 17:09
MediaKurd > info@mediakurd.com
Çavdêrê siyasî û yek ji rêkxerê xwepêşandanên 17 Sibatê Behroz Cefer di gotareke xwe ya bi navê ‘’Metirsiya YNKê li ser Kerkûkê’’ de li ser tora xwe ya civakî facebookê de belav kiriye: ‘’Metirsiya YNKê li ser Kerkûkê 10 sale berdewame, bajêr ji aliyê hin komên mafyayî yên cuda cuda tê birêve birin.’’ Herwaha ronî dike : ‘’Hin kes hene ne YNK ne, lê bi qaçaxçîtî û erd dagirkirin û makîneyên cilşor û tanker kirînê ve bûne YNK. Her yek ji wan jî fewcên xwe yên taybet hene, naha hêlînekî mezin û nû li malbenbên genî xwar û pîsîxwarinê ava kirine. Navê wê jî binkeya polîtburoyê ye, ew her tişte, lê ne tenê polîtburoya YNKê ye û ne siyasî ye jî.’’

Behroz Cefer di nivîsa xwe de dibêje: ‘’Xeletiya rêveberiya kurd ew bû, bê bername, bi tîmekî çavbirsî ku zilamên ewlehiyê ne û ne jî siyasî ne, ne rêveberin, ne bêjerin, hatin Kerkûkê û navçe dagirkirin. Ji ber wê jî naha nifûsa kurd ber bi sedî 25-23 diçe li bajêr! Berî pênc salan berpirsê malbend û polîtburoya YNKê li Kerkûkê Rifat Ebdula, ji rojnameya Hewlatî re ragehandibû ku ew partîcîtiyê dikin ne kurdayetiyê li Kerkûkê.’’

Herwaha li gor wî çavdêrê siyasî aşkera kiriye, berê 8 heta 10 xebatkarên malbendê hebûn lê naha pir bûne û dibêje: ‘’Wek şivikên baharê, wekî kepekê endamên malbendê û cîgirên malbendê, yek ji wan jî tu karekî partiyê nakin. Başe çi dikin! Heye 2750 donim erd dagirkiriye, ku ew erdên di destê DAIŞê hatine rizgar kirin, heye qaçaxçîtya wesayîtan dikin li Hewîcê dikrin û tînin.’’

Herwaha ew nivîskare na veşêre ku beşek ji dahata nefta Kerkûkê diçe ser hejmara hesaba kesî ya parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û dibêje: ‘’Parêzgerê bajêr sedî 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hesaba wî ya şexsî, dehan kes jî li dora xwe komkiriye û milyonerin, hemû tevgerekî rewşenbîrî û rojnamevanî li Kerkûkê hatiye kuştin. Awahiya malbenda rewşenbîrî çar sale temam nebûye û nahêlin temam bibe, lê parêzger li helbijartinan de bo xwe bangeşe tê de dike. sendîkaya rojnamenivîsan ji ber nebûna awahiyekê hate daxistin. Tu misogerî û garantiya azadî gotin kirinê tuneye, tu kesek gotinekî cidî li bajêr nake.’’

Basnews