Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : DYA li Kobanê pîsta balafiran û navenda serbazî çêkir
 
DYA li Kobanê pîsta balafiran û navenda serbazî çêkir
2016-09-19 17:01
MediaKurd > info@mediakurd.com
Navenda serbazî û pîsta danîna balafiran a DYA"yê li bajarê Kobanê xilas bû. Tê gotin ku dê balafirên kargo jî tê de danîne.

Rayedarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku nexwest navê wî were eşkerekirin û got: "Ew navenda serbazî û pîsta danîna balafiran a DYA’yê, ku li gundê Sabit li başûrê bajarê Kobanê dihat çêkirin, xilas bûye."

Wî rayedarê QSD"ê her wiha got: "Ew navenda serbazî 2 meh berê xilas bûye û 2 hefte beriya niha jî du balafirên mezin ên kargo li wê pîstê danîbûn."

Li gorî agahiyên wê rayedarê QSD"ê, wan balafiran ji sivîlên bajarê Minbicê yên ku ji ber şer malên wan wêran bûne, rêya alîkarî biribûn.

Hat gotin ku navenda serbazî ya Amerîka ji aliyê şervanên YPGê ve tê parastin.

Herwiha hat eşkerekirin ku Amerîka li Kurdistana Rojava du navendên serbazî çêdike, yek li bajarokê Rimêlanê ya din jî li Kobanî lê rayedarên Amerîkî ew nûçe derewandibûn.


BasNûçe