Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîkayê li Girê Spî navendek vekir
 
Amerîkayê li Girê Spî navendek vekir
2016-09-19 16:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Amerîkayê, li bajarê Girê Spî yê girêdayî Birêveberiya Xweser a Rojavayê navenekê vekir. Birêvebera PYDê ya Girê Spî Cudiya Kurdo bi Sputnikê re axivî û got ku ji bo ku Amerîka alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike û şêwirmendiya leşkerî bide wan, li Girê Spî navendek vekir û alaya xwe jî li ser daleqandin.

Hikmet Durgun

Çavkaniyên girêdayî PYDê ragihand ku di çarçoveya operasyona Reqqayê û têkoşîna li dijî DAIŞê de, Amerîkayê li bajarê Girê Spî navendek vekir. Berî demekê, 50 leşkerên amerîkî bi 15 navgînên bizirx ji bajarê Hesekê hatin bajarê Girê Spî û li wê derê navendeke vekir. Amerîkayê navend li gundê Minbetihê yê 2 kîlometre li rojhilatê Girê Spî vekir û alaya xwe li ser daleqand.

Herwiha ew derdora navendê ji aliyê HSDê ve tê parastin û di dema êrîşeke muhtemel de, hêzên Amerîkayê û yên HSDê dê bi hev re bersivê bidin.

Ji aliyekî din ve, Amerîkayê berî niha jî li Kobanî, Rimêlan û Qamişloyê jî baregehên leşkerî damezirandibûn. Birêvebera PYDê ya bajarê Girê Spî Cudiya Kurdo derbarê vekirina navendê de bi Sputnikê re axivî. Kurdo diyar kir ku leşkerên Amerîkayê ji bo alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk navendek vekiriye û wiha dewam kir: "Berî demekê, leşkerên Amerîkayê hatin Girê Spî û wan li navendek vekir. Herwiha wan li wê derê alaya xwe jî daleqand. Ew ê li vê derê şêwerimendiyê bidin HSDê".

Spurnik