Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî ava bû
 
Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî ava bû
2016-09-17 18:31
MediaKurd > info@mediakurd.com
Partiya El Wehde ya bi serkirdayetiya Kamîran Hecî Ebdo, di civîneke berfereh de li Qamişlo navê xwe guhert û kir Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî. Ligel guhertina navê partiyê, logoyeke nû ji bo partiyê hate destnîşankirin.

Partiya nû, ji bo Kurdên Sûriyê daxwaza mafê destûrî û herêmeke federal dike, ew jî di nava sûriyeke yekgirtî de.

Kamîran Hecî Ebdo, serkirdayetiya baskekî partiya El Wehde dikir, baskê din jî, Mihêdîn Şêx Alî serkirdayetiya wê dike.

Partiya Yekîtiya demokrat ya Kurd li Sûriyê, di dema kongreya 8 de, berî 4 mehan bûbû 2 perçe.

Partiya El Wehde di sala 1999 de ji aliyê Îsmaîl Omer û çend hevalên wî ve hatibû damezirandin, piştî wefata wî jî, Mihêdîn Şêx Alî bû sekreterê wê partiyê.

Avestakurd