Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Artêşa Azad leşkerên DYA’yê qewitandin!
 
Artêşa Azad leşkerên DYA’yê qewitandin!
2016-09-16 16:50
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hat îdiakirin ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermandehiya Artêşa Tirkiyê de, komek serbazên Dewletên Yekbûyî ên Amerîka(DYA) yên ji bo piştevaniya wan çûbûn ser sînorê Sûriyê, qewitandin.

Li gorî îdiayan Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê îro dest bi operasyona girtina bajarê El Bab ê Sûriyê kirin. Derdora 30 serbaz û leşkerên DYA’yê ji bo wê operasyonê çûbûn gundê El Raî yê Sûriyê.

Li gorî îdiaya nûçeya Spunikê, ew hêza DYA’yê li wir rastî berteka çekdarên Opozîsyona Sûriyê û ji hêla komên çekdar ên mîna Nûredîn Zengî, Ceyşul Tehrîr, Eniya Şam û Lîwaya Sûltan Mûrad ve hatin protestokirin. Endamên wan koman siloganên weke ‘Amerîka ji Sûriyê bicehinime", ‘Yek rê heye îslam û rêya Muhemmed" avêtin.

Herwiha hat îdiakirin ku çekdarên alîgirên Tirkiyê bi çekan rikêfî leşkerên Amerîkayê kirine, lê leşkerên Tirkiyê ketine navberê, ji ber wê jî serbazên Amerîkî neçar mane ji Raiyê derkevin û derbasî Tirkiyê bibin.

BasNûçe