Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Almanyayê hemû nûnertiyên xwe yên li Tirkiyê girtin
 
Almanyayê hemû nûnertiyên xwe yên li Tirkiyê girtin
2016-09-15 17:40
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rojnameya Bild ya Almanyayê ragihand ku Almanyayê hemû nûnertî û dibistanên xwe yên li Tirkiyê ji ber gefên êrîşan girtine.

Li gorî nûçeya Rojnameya Bildê li Tirkiyê hîn jî betlaneya Cejna Qurbanê didome û nûneriyên dîplomatîkî û dibistanên almanî yên li Tirkiyê heta 16’ê Îlonê wê girtî bimînin û ragihand ku nûnertiyên jî wê gelekî bi sînor be.

Di nûçeyê de tu zanyariyeke ku ji bo metirsiya êrişa terorî hatiye girtin cih negirt, lê tenê hat gotin ku hinek nîşaneyên êrişî hene. Li gorî nûçeyê bi girtina nûnertiyên dîplomatîk û dibistanên almanî rê li ber metirsiya karmend û mamostayên almanî hatiye girtin. Ji aliyê din ve Balyozxaneya Almanyayê li Enqereyê di hisabê xwe yê medya civakî Twitterê de bi zimanê tirkî ragihand ku nûneriyên tirkî wê gelekî bi sînor xizmet bidin.

BasNûçe