Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Aloziya navbera pêşmergeyên YNKê û PDKê ne rast e
 
Aloziya navbera pêşmergeyên YNKê û PDKê ne rast e
2016-09-14 18:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fermandeyekî Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê yê ser bi YNKê ve bersiva îdiayên derbarê li hember rawestana hêzên YNKê û PDKê li Kerkûkê da û ew yek red kir.

Fermandeyê Lîwaya 6 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge li Mêhwera Rojavayê Kerkûkê, emîd, Sebah di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, red kir, ku li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li hemberî hev sekinîbin û got: “Pêşmergeyên YNKê û PDKê bi hev re bergiriyê li Kurdistanê dikin û Kurdistanê diparêzin.”

Emîd Sebah herwiha ji Rûdawê re got: “Ew zanyarî, propagandayên xelkên têkder û nehezan li hember îro roja gelê me û destkevtên wê ye, ku pê gihîştiye.”

Emîd, Sebah tekez kir: “Hîç yek ji wan propaganda rast nînin, em niha li çeperên pêş ên şer in. Hêzên me têkeliyek ji pêşmergeyên PDKê û YNKê ne.”

Wî Fermandeyê Pêşmerge yê ser bi YNKê ve behsa wê yekê jî kir: “Eger di nav yekîneyekê de 20 pêşmerge hebin, nîvê wan PDKyî û nîva din jî YNKyî ne. Em li çeperan amade ne û xwîna me bi hev re dirije û bergiriyê li axa Kurdistanê dikin. Em her bi hev re jî cemawer û xelkê Kurdistanê diparêzin.”

Emîd, Sebah destnîşan kir, ewên ku îro propagandayên bi vî awayî belav dikin, ku qaşo pêşmergeyên PDKê û YNKê di rûyê hev de sekinîne, gerek ezmûnek ji dîroka tal a şerê navxwe wergirtibana û ew propagandayan belav nekiribana, ji ber ku ew propaganda tenê di berjewendiya kesên têkder de ye.

Rûdaw