Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê
 
Em piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê
2016-09-09 19:17
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêwirmendê Şahê Berê yê Erebistana Siûdiyê behsa mafê çarenivîsa gelê Kurd dike û dibêje: Em piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dikin.

Şêwirmendê Şahê Berê yê Erebistana Siûdiyê, Dr. Enwer Macid Işqî beşdarî bultena nûçeyan a televiyona Rûdawê bû û derbarê têkiliyên navbera Erebistan – Kurdistanê û herwiha mijara mafê çarenivîsa gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê de helwesta welatê xwe aşkere kir.

Dr. Enwer Macid Işqî ragihand: “Hikûmeta Siûdiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyek baş bi hev re hene û niha jî em dizanin ku Herêma Kurdistanê rastî gelek astengiyan bûye.”

Macid Işqî li ser mijara daxwaza gelê Kurd bo serxwebûnê jî axivî û da xuyakirin: “Herêma Kurdistanê maf heye ku daxwaza serxwebûnê bike û di hemû warî de serbixwe bin. Em jî wek Hikûmeta Siûdiyê piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dikin û rêz li biryara wan digirin.”

Macid Işqî amaje bi rewşa Iraqê jî kir û di vê bareyê de got: “Em di siyaseta xwe ya derve de behsa yekparçbûna axa Iraqê dikin, lê belê Siûdiye li gel wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê serbixweyî hebe û em piştgiriyê dikin û rêz li wê îradeyê digirin.

Herwiha îro Înê 9ê Îlona 2016 Wezîrê Derve yê Erebistanê Adil Cubeyr li bajarê Enqere ya paytextê Tirkiyê di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de got: “Me pêwedniyeke baş li gel birayên xwe yên Kurd û birêz Barzanî heye.”

Adil Cubeyr herwiha amaje bi Iraqê jî kir û got: “Herwiha pêwendiya me li gel sunniyên Iraqê û merceiyeta wî welatî heye, çimku Iraq welatekî Erebî û Îslamî ye.”

Rûdaw