Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkiye amade ye alîkariyê bide Pêşmerge
 
Tirkiye amade ye alîkariyê bide Pêşmerge
2016-09-09 19:08
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hat zanîn ku Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ragihand ku Tirkiye amade ye di şerê azadkirina Mûsilê de alîkariyê bide Pêşmerge.

Medyayê behsa naveroka hevdîtina Erdoğan û Serokê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê(DYA)Barack Obama a li bajarê Hangjo yê Çînê kir. Li gorî îdiayên medyayê di wê hevdîtinê de ku di çarçoveya civîna G – 20’an de hatibû kirin, Erdoğan ji Obama re behsa azadkirina bajarê Reqa yê Sûriyê û bajarê Mûsilê yê Iraqê kiriye.

Li gorî îdiayên medyayê Erdoğan, ji Obama re aşkera kiriye ku Tirkiye dikare di bejahî û asmanî de tevlî operasyona azadkirina Mûsilê bibe û alîkariyê bide Pêşmerge û lewma Pêşmerge di operesyonê de weke hêza sereke ye.

Li gorî agahiyan, Obama jî bersivek erênî daye Erdoğan.

Mûsil 2014’an heta îro di destê DAIŞ’ê de ye. Pêşmerge, Hevpeymaniya Niştîmani û Hikûmeta Iraqê biryar in ku vê meha Îlonê dest bi operesyona rizgarkirina Mûsilê bikin.

BasNûçe