Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike
 
Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike
2016-08-26 18:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo operasyona Artêşa Tirkiyê ya kontrolkirina Cerablûsê weke şanogeriyek navbera Tirkiyê û DAIŞê de binav kir.

Silo operasyona dewleta tirk ya li Cerablûsê wek dijminahiyê binav kir û got: ‘Me li Cerablûsê di navbera Tirkiyê û DAIŞê de şanoyek komîk dît. DAIŞ bêyî gulleyek bê teqandin bajêr radestê Tirkiyê kir." Silo ragihand ku operasyona Cerablûsê ne li dijî DAIŞê li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin.

Berdevkê HSDê herwiha diyar kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji wan re qut nekiriye, berovajî Amerîka ji bo dilxweşkirina demkî di operasyona Cerablûsê de piştgirî daye Tirkiyê.

Sputnik