Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Divê PYD dev ji kiryarên xwe berde
 
Divê PYD dev ji kiryarên xwe berde
2016-08-26 18:46
MediaKurd > info@mediakurd.com
Emînê Badikî

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihandibû ku hejmarek ji alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî nivîsgeha ENKS’ê ya li Qamişlo kirine. Piştre serokê ENKS’ê Brahîm Bro ligel çend hevalên partiya wî hatibûn girtin, piştî wê bi demekê hevalên wî hatin berdan, lê Bro ji aliyê Asayîşa PYD’ê ve ji Rojava ve hatibû derxistin

Li ser girtina xwe Brahîm Bro gotibû, ew anîne ser sînor û berdane û Asayîşa PYD’ê gef lê xwarine ku eger careke din vegere Rojava, dê were kuştin.

Serokê ENKS’ê anîbû ziman ku ew dixwazin rêveber û sekirdeyên partiyan ji Kurdistanê derxîn û gotibû, ‘ji bo ku ji gel re bêjin ev nûnertiya we nakin!’ Lê em ê xebata xwe bikin û ji Kurdistana Sûriyê dernakevin. Em ti carî serê xwe ji wan re natewînin.’ Bro diyar kiribû ku ew karê ku PYD’ê li hemberî wan kiriye, rêjîma Sûriyê jî nekiriye, lewra rêjîmê ti carî kurdek ji welêt dernexistiye û sirgûn nekiriye.

Piştî sirgûnkirina Brahîm Bro, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) Mesûd Barzanî pêşwaziya wî kir û nerazîbûna xwe yên beramber kiryarên PYD’ê anî ziman û got ‘ev kiryar karekî dijî demokrasiyê ye û xeniqandina azadiyê ye’ û şermezar kir.

Herwiha 6 fraksiyonên Parlamentoya RHK’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên PYD’ê yên li dijî ENKS’ê şermezar kirin û eşkere kirin ku divê PYD dev ji serkutkirin û girtina endamên ENKS’ê berde. Tê zanîn ku hetna niha zêdetir ji 40 endamên ENKS’ê ji aliyê Asayîşa PYD’ê vê hatine girtin.

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî geşedanên ku di navbera PYD’ê û ENKS’ê de derketine holê û sirgûnkirina Serokê ENKS Brahîm Bro ji Rojava ji BasNûçe’yê re şîrove kirin. Serokên partiyan tekez dikin ku siyaseta PYD’ê ya li dijî ENKS’ê ne rast e û bang li PYD’ê dikin ku li Rojava ji bo pêşeroja kurdan divê yekdengiyek hebe û PYD dev ji kiryarên wiha berde.

Serokê PDKT’ê M. Emin Kardaş: Ew ne helwesteke rast e

Fikir û ramanên me diyar in em vê helwestê ne helwesteke kurd û Kurdistanî dibînin û ne helwesteke netewî, însanî û şoreşgerî dibînin. Ew helwesteke li dijî xeta kurd û Kurdistanê ye, li dijî xeta netewî û li dijî desthilatdariya saziyên Kurdistanê bi xwe ye. wisa nabe ku 5/6 partiyên Kurdistanî li hev kiribin û saziyek hevpar avakiribin û hevgirtinek çêkiribin û serokek ji xwe re ecibandibin û partiyeke din qaşo ku dibêje ‘ez kurd im’ ku rabe wana bigre, îşkence bike, bixe zindanê û sirgûn bike. Tu kes vê rewşê napejirîne û em bi tundî li hemberî vê yekê ne. Mafê tu kesî nîne, mafê rêxistineke ku doza kurdan dike an jî ji di nav kurdan de ava bûbe û di peşberî partiyek, saziyek Kurdistanî tê de helwestê ne însanî û kiryarên hovane bikin û wan bigrin radest bikin, ew tiştên gelek xirab in.

Serokê PSK’ê Mesut Tek: Em siyaseta PYD’ê qebûl nakin

Em wek PSK’ê vê siyaseta PYD’ê qebûl nakin. PYD li Sûriye helwesta PKK’ê birêvedibe, ku ew xizmeta doza kurd nake, ew xebata gelê kurd nake û li pêş xebata gelê kurd dibe asteng li pêşiya destxistina mafê gelê kurd. Divê PKK û PYD’ê û derdorên PKK"ê bizanibin ew helwesta dewleta dagirker bû. Esad wisa dikir. Esad opozîsyona xwe muxalefeta xwe digirt davêt girtîgehan û dikuşt û îdam dikir. PYD xwe ferz kiriye li ser partiyên din, divê dest ji wê helwestê berde û destê xwe dirêjî hêzên din bike. Bila bikaribin bi hev re tîfaqekê bikin û xebata kurdên Rojava pêş bibin. Dem dema firerengiyê ye, rewşa Kurdistanê dest nade yekdengî û yekrengiyê.

Serokê PAK’ê Mustafa Özçelik: Siyaseta PYD’ê nayên qebûlkirin

Îro li Rojavayê Kurdistanê kurdan tiştekî ku em bêjin qebûlkirî bi dest nexistine. Hîn jî rewşa kurdan ne diyar e, bi wî awayî PYD bi desthilatdariya xwe ENKS tasfiye bike û bigre ew cihê metirsiyê ye. Li wê derê eger kurd li kurdan wî karî bikin ew nayê qebûlkirin. Me bang li Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, PYD û TEV - DEM’ê jî kir, çareya wan tiştan aşkere ye ku ew jî yekgirtin û hevgirtina kurdan e. Metirsiya ewil siyaseta yekdengî û yekrengî, dîktatoriyê ye û kurd nikarin tiştek jî bi dest bixin. Ew siyaseteke wiha ji aliyê dinyayê jî nayê qebûlkirin. Ya din jî kes wê rewşê qebûl nake, kes ne mecbûrî kesî ye ku siyaseta diktatoriyetê, siyaseta li ser hev ferzkirinê qebûl bike.

Serokê ÖSP’ê Sinan Çiftyürek: Divê ENKS û PYD nakokiyan ji holê rakin

Îro em bêjin dervayê PYD’ê û TEV-DEM’ê ne li ser wan bandoreke mezin heye. Em wê rewşê qebûl nakin. Me şermezar kir û me got, ’gîrtirina berpirsê, berdevkê ENKS’ê Brahîm Bro rast nîne.’ Sibê eger meseleya DAIŞ’ê ji holê rabe nakokiyên ereb û kurdan wê derkevin holê. Îro belkî rejîm jî, PYD jî giraniya xwe daye DAIŞ’ê yan rêxistinên din, lê eger sibê du sibê DAIŞ û rêxistinên din ji holê rabin wê demê meseleya girîng ereb û kurd werin hemberî hev. Divê ji îro ve ENKS û TEV-DEM nakokiyên di navbera xwe de ji holê rakin. Navê partiyên hevalên me hemû demokrat in wek Partiya Demokrat, Partiya Demokrata Yekîtî, Demokrat, hwd. Lê kurd ji kurd re nabe demokrat em wê siyasetê rast nabînin. Em dibêjin rejîma dagirkerî re siyaseta aşitî pêk bînin lê em dervayê xwe bi rêxistin û partiyên kurdan re siyaseta aşitî pêk neynîn ew ne rast e.

Eger PYD li Kurdistana Rojava li dervayê xwe siyaset û partiyên kurdan qedexe bike û binçav bike û em bêjin astengî derxe wê demê em bêjin helwesta wê û ya rejîma Baasê de çi cudatî wê hebe? Ew sîstema yek alî em qebûl nakin. Siyaseta Rojava û gelê Rojava jî qebûl nake.

Serokê PDK Bakûr Sertaç Bucak: PYD tenê li xwe difikire

PYD li dijî hiqûqa navnetewî ye, ji ber ku heqê ti kesî ti dewlet, ti hikûmet nîne ku hemwelatiyan ji welat derxe. Wek meseleya Brahîm Bro de û gelek tiştên din jî heta niha hatine kirin. Ew tişt ji bo tevgera netewî tiştek gelek xerabe û nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew desthilatdariya yek partî xuya dike. Em baş dizanin ku meseleya Rojavayê Kurdistanê de pêwîst e ENKS û TEV-DEM hevkariyeke wan ji bo meseleya milî re hebe. Wisa xuya ye ku PYD dixwaze bi serê xwe li wê derê bimeşe û siyaseteke xeter dimeşîne. PYD bi serê xwe nikare meseleya netewî bigihîne encamekê û bî wê siyasetê meseleya Rojavayê Kurdistanê çareser nabe.

Bawer dikim li dinyayê tu kes yekrengiyê qebûl nake. Îro em bêjin ku wek meseleya Menbic û hinek tiştên din pêwendiyên Amerîka û PYD’ê jî hene. Di dinyayê de tu dewletên demokratîk wê siyasetê qebûl nakin. Ez bangî PYD û PKK’ê jî dikim ku yek rengî, yekpartî û yekrêbertî nayê qebûlkirin

Serokê HAK-PAR’ê Refik Karakoç: PYD bila çavreşiya neke

Li Kurdistana Sûriye çiqas partî û rêxistin hebin bila li hev bikin. Îro ji bo Sûriyê sazûmaneke nû wê bê avakirin. Kurd jî wê demê bila bikaribin mafê xwe biparêzin. Ji bo wê yekîtiya kurdan lazim e û yekgirtiyên kurdan û alîkariya perçeyên din lazim e. PYD li Kurdistana Sûriyê bila çavreşiya neke. Bila ji bo yekîtiyê çi gav heye bavêje. Hemû rêxistinê gelê me yên Kurdistana Sûriyê yek bin, yekdeng bin û yekîtiya xwe çêbikin jî bo mafê gelê xwe gavan bavêjin. Bi hev re pêşniyarî û daxwazên xwe bînin ziman heta ku gelê me rizgar bibe û mafên xwe bi dest bixe. Berê jî û wan rojên dawî ji aliyê PYD hinek astengî hatin derxistin. Me wê demê jî got û îro jî em dibêjin heta ku xwe rast bikin, dev ji çavreşiyê berdin û rê vekin em ê wan rexne bikin.

BasNûçe