Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkiye ji bo serxwebûna Kurdistanê wê helwestekî erênî nîşan bide
 
Tirkiye ji bo serxwebûna Kurdistanê wê helwestekî erênî nîşan bide
2016-08-26 18:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
Pisporê Rojhilata Navîn Akademîsyen Ali Balcı ku li ser pêwendiyên Kurdistan û Tirkiye disekine, desnîşan kir ku Tirkiye ji bo serxwebûna Kurdistanê wê helwestekî erênî nîşan bide.

Pisporê Rojhilata Navîn Ali Balcı ku li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiye disekine, bal kişand ser girîngiya serdana Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê(RHK) Mesûd Barzanî a bo Tirkiyê. Balcı amaje kir ku ev serdan û dema serdanê nîşan dide ku birêz Barzanî li herêmê aktorekî girîng e, her serkeftina Peşmergeyan jî serxwebûna Kurdistanê nêzîktir dike.

Serdana Serokê RHK’ê Barzanî a li Tirkiyê, bi taybetî ji aliyê pisporên Rojhilata Navîn ve ji nêz ve hat şopandin. Yek ji wan pisporan jî ji Zanîngeha Sakaryayê Ali Balcı ye ku li ser pêwendiyên enerjî û polîtîkayê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye dixebite.

Balcı di heman demê de Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn ê heman zanîngehê ye ku tê de beşa kurmancî û soranî jî heye.

Li gorî nûçeya Kurdistan24’ê Balcı wiha ragihand: “Li Rojhilata Navîn geşedanên girîng dê rû bidin. Di navbera dewletan de hevdîtinên girîng tên kirin. Wekî serdana Serokkomar Erdoğan a li Rûsyayê, serdana Joe Biden a li Enqereyê û operasyona Cerablûsê. Di nav geşedanên wiha de serdana Barzanî a li Enqereyê nîşanî me dide ku birêz Barzanî li herêmê aktorekî girîng e. Ev yek rêzdariya Kurdistanê jî nîşan dide.

Li gori Ali Balcı, piştî serdana Barzanî, pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê ên siyasî û aborî dê xurttir bibin.

Herwiha Rêvebirê Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Sakaryayê, got: Têkiliyên Hewlêr û Enqere ji sala 2008"an vir de her ku diçe pêş dikeve. Enerjiya Kurdistanê zêde ye. Pêwîstiya Tirkiyê jî bi enerjiyê heye û wekî din Tirkiye dixwaze li herêmê bibe welatekî hêzdar loma jî nêzîkî Kurdistanê dibe. Di civîna li koşka Çankayayê de hebûna Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê jî nîşan dide ku polîtîkayên enerjiyê navbera her du aliyan de dê çaktir bibe. Loma Tirkiye bo serxwebûna Kurdistanê jî helwestekî erênî dê nîşan bide.

Balcı di derbarê serxwebûna Kurdistanê de balê dikşîne ser girîngiya helwesta Amerîkayê.

Ali Balcı li ser vê yeke wiha peyivî: “Piştî hilbijartinên li Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê(DYA) rêvebiriya nû eger xwe ji Tahranê dûr bixe, têkiliyên xwe bi Bexdayê re ye qût bike, wê demê DYA weke hevalbendekî dê zêdetir nêzîkî Hewlêrê bibe, berevajiya vê yekê DYA, ji bo serxwebûna Kurdistanê helwestekî neyinî dê nîşan bide.”

Akademîsyen Balcı amaje dike ku têkiliyên Hewlêr û Bexda û meseleya DAIŞ"ê du hêmanên girîng in ku bandorê li serxwebûna Kurdistanê dikin. Aliyê din Balcı serkeftinên Peşmergeyan ên li dijî DAIŞ"ê bo serxwebûnê girîng dinirxîne û wiha axaftina xwe domand: “Welatên biyanî rêzê li serkeftinên Peşmergeyan digirin, ev yek jî mizginiya serxwebûna Kurdistanê ye.”

(K.A)

BasNûçe