Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kurdistan biryara serxwebûnê bide, emê ligel bin
 
Kurdistan biryara serxwebûnê bide, emê ligel bin
2016-08-23 21:43
MediaKurd > info@mediakurd.com
Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê Îvgînî Erçintsyîv di hevpeyvînekê de ligel PDK.info re behsa rewşa niha ya Kurdistanê û eniyên şer û hewlên hevpeymaniya navdewletî di şerê DAIŞê de dike û dibêje, bêguman gelê Kurdistanê çi biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, emê ligel wê biryarê bin.

Siyasetek li pişt DAIŞê heye

Di wê hevpeyvînê de ligel KDP.info, Îvgînî Erçintsyîv ragihand: “DAIŞ rêxistinekî metirsîdar e û siyasetek li pişt DAIŞê heye. Nêrîna Rûsya jî ev e bo DAIŞê û em dibêjin ku rêxistineke terorîstî ye. Ez bawer nakim sedema derketina DAIŞê tenê Iraq û Sûriyê be û DAIŞ rêxistineke berfirehtir e ji yak u em hest pê dikin û herwiha pir aloz e.”

Şerê Kobanî dilê min êşand

Di bersiva pirsa ku ew hest dike ku cudahiyeke mezin di navbera Amerîka û Rûsya de heye di rûbirûbûna DAIŞê de, û ew cudahî çi ye bi nêrîna Rûsya? Îvgînî Erçintsyîv wiha got: “Di derbarê şerê DAIŞê de cudahî di navbera Rûsya û hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîka tune ye, lê cudahî di navbera wan de heye li ser hin girûpên çekdar ku Rûsya wan jî wek terorîst dibîne lê Amerîka piştgiriya wan dike. Rûsya wan dibîne terorîst ji ber ku ew neamade ne şer rawestînin û ligel Hikûmeta Sûriyê diyalogê bikin. Ez ne wek dîplomatkar, lê belê wek mirov gelek tişt li Sûriyê min dêşînin, wek şerê Kobanî ku dilteng bûm ku Artêşa Sûriyê alîkariya hêzên nava Kobanî nekir û wê yekê gelekî dilê min êşand.”


Rûsya rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê digire

Konsulê Rûsya li Kurdistanê derbarê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Di serî de ez dixwazim bêjim ku me alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirine û emê berdewam bin jî li ser alîkariya wan ji ber ku dijminê me yek e û Hêzên Pêşmerge li ser erdê şerê wî dijminê dikin. Derbarê siyaseta Rûsya li hemberî Herêma Kurdistanê jî, em heta niha jî dibînin ku Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê û di rastiyê de wisa ye, lê wek Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Begdanov ragihandibû ku Rûsya rêz li îrade û nêrîna xelkê Kurdistanê digire ku her demekê biryarê li çarenivîsa xwe bidin û bêguman emê ligel wê biryarê bin ku xelkê Kurdistanê hilbijêre.”


Kurd û Kurdistan dê biser kevin

Îvgînî Erçintsyîv derbarê pirsa ku eger Kurd biryara xwe bidin dê Rûsya piştgiriya wan bikin? ragihand: “Belê Kurdistan dikare cuda bibe û pişta xwe bi Rûsya girêde û her biryarek ku xelkê Kurdistanê bidin dê Mosko rêz jê re bigire ji ber ku baweriya me bi yasayên navdewletî heye û emê wê demê hevpeymaniya xwe ligel Kurdistanê bihêztir bikin û niha jî Kurdistan hevpeymaniyê me ye. Îro Kurd li Rojhilata Navîn rastiyek û
fakterekî serekî ne û rojane bihêztir dibin û em jî kar ligel rastiya ser erdê dikin û eger em piştgiriya biryara Kurdistanê bikin emê wê demê biryareke di cihê xwe bidin. Niha

Kurd û Kurdistan li hemû cîhanê bûne xwedî cih û pêgehekî taybet û li hemû welatên cîhanê bi şanazî behsa Kurdistanê tê kirin. Ev rewşa niha jî dê ber bi guhertineke mezin ve biçe û hemû amaje didin xuyakirin ku Kurd û Kurdistan dê di lîstikê de biser bikevin, lewma pêwîst e ev soz û hevxemiya cîhanê bo Kurdistanê, bê parastin û zêdetir jî bibe.”


PDK info