Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDKê bangî PKKê kir: Divê tu piştgiriya hemû perçeyan bikî
 
PDKê bangî PKKê kir: Divê tu piştgiriya hemû perçeyan bikî
2016-08-22 16:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêwirmendê Polîtbîroya PDKê Arif Ruşdî got ku guhertinên mezin li dinyayê pêk tên lewra divê programeke yekgirtî ya hemû partiyên kurdan ji bo siberojê hebe.

Navenda Nûçeyan — Arif Ruşdî bi BasNewsê re axiviye û bi bîr anî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze ku hemû partiyên kurdan berpirsyariyên xwe yên dîrokî bînin cih, û wiha dewam kir: "Lewra divê hemû partî berpirsyariya xwe bînin cih. PDK di vê mijarê de piştgiriya hemû perçeyan dike".

Herwiha Ruşdî diyar kir ku ji ber DAIŞê fişar li ser herêmê heye û di navenda van pêşkeftinê li herêmê de kurd hene û ji bo ku tehde li kurdan neyê divê partiyên siyasî amadekariyeke cidî bikin.

Ji aliyekî din ve, Ruşdî teqez kir ku divê PKKê polîtkayeke pêşbîntir bi rê ve bibe û wiha dewam kir: "PKKê dikare alîkariya hemû perçeyên din bike, bê ku xwe tev li karên wan ên navxweyî bike. Lewra jî ez vê daxuyaniya Cemil Bayîkî ya "em amade ne bi Barzanî re hevdîtnekê pêk bînin" giring dibînim."

Ruşdî axiftina xwe wiha dewam kir: "Berpirsyariya siyasî di vê daxuyaniyê de derdikeve pêş. Hêvîdar im encamên wê erênî bin".

Sputnik