Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em nahêlin Artêşa Iraqe di ser axa me re derbas bibe
 
Em nahêlin Artêşa Iraqe di ser axa me re derbas bibe
2016-08-21 16:59
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fermandarê Yekîneyên 70mîn ên Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand ku heger destûrê nedin Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyona rizagarkirina Mûsilê bibe ew jî rê nadin hêzên Iraqê ku di ser axa Herêma Kurdistanê re derbas bibe. Ji aliyê rohilat û rojavayê bajêr ve piraniya derdora bajêr di bin kontrola Pêşmerge de ye.

Şêx Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmerge ji çarê sê ya bajêrê Mûsilê dorpêç kiriye. Li herêmên navborî ji xeynî Pêşmerge tu hêzeke din nîne. Ji ber vê yekê bêyî alîkariya Pêşmerge azadkirina Mûsilê negengaz e."

Fermandar Mistefa amaje kir ku ev gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên "Emê destûrê nedin Pêşmerge beşdarî operasyonê bibin" cidî nagrin û got: "Hêzên Iraqê dev ji Mûsilê berdin nikare bê bi alîkariya Pêşmerge û hevpeymaniyê yek cihê jî kontrol bike. Heke Artêşa Iraqê nehêlê Hêzên Pêşmergeyen Kurdistanê tevlî operasyona Mûsilê bibin, em jî rê nadin artêş axa me bi kar bîne."

Sputnik