Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li dijî kurdan Rûsya, Îran û Tirkiye nêzî hev bûn
 
Li dijî kurdan Rûsya, Îran û Tirkiye nêzî hev bûn
2016-08-21 16:52
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li ser nêzîkbûna Rûsya, Îran û Tirkiyê Abbas Walî ragihand ku nêzîkbûna van dewletan stratejîk nînin û li dijî berjewendiyên rêkeftina DYA û kurdan e.

Akademîsyenê ji rojhilatê Kurdistanê Prof.Dr. Abbas Walî, hevdîtina Tirkiye digel Rûsya û Îran nirxand.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, piştî hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re, ji bo hevdîtina bi serkirdeyên Îranê re dê biçe Tahranê.

Walî amaje dike ku Îran û Tirkiye li dijî serkeftin û astengkirina kurdan, li Sûriyê û Iraqê nêzîkî hev dibin.

Li gorî nûçeya Kurdistan24’ê li ser hevdîtina sê dewletan Walî diyar kir ku de rola Îranê li Sûriyê dê zêdetir bibe.

Polîtîkaya Tirkiye û Rûsya li ser Sûriyê ji hev cuda bû lê piştî hevdîtina Erdoğan û Putîn qala guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Sûriyê tê kirin. Yek damezrînerê zankoya Kurdistanê akademîsyenê navdar Prof. Dr Abbas Walî li Stenbolê der barê mijarê de axivî.

Walî destnîşan kir ku Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya çewt niha mecbûr maye ku ji bo çareseriyê polîtîkaya xwe ya Sûriyê biguherîne.

Li gor Walî di encama lihevkirina her sê welatan de dê rola Îranê li Sûriyê wê zêdetir bibe û ev yek jî dê bibe sedema zêdebûna kêşeyên li Iraqê. Walî dibêje, Amerîka tu carî berjewendiyên xwe yên li Iraqê, qûrbanî berjewendiyên xwe yên li Sûriyê nake.

Piştî derbeya leşkerî pêwendiyên Tirkiye digel Amerîka û Ewropa lawaztir bû. Tirkiye ji ber rûdanên li Rojhilata Navîn di polîtîkaya xwe ya derva dê zêdetir girîngiyê bide Rûsya û Îranê. Hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Îran li Rojhilata Navîn weke guhertina hevsengiyê tê nirxandin.

BasNûçe