|
Şerê gendeliyê ji şerê terorê dijwartir e |
|
2016-08-21 16:50 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de tekez li wê yekê kir ku şerê gendeliyê li şerê terorê dijwartir e û bi hemû şiyanek ve kar ji bo nehiştina gendeliyê dike. Roja yekşem 21.08.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê civiya. Li civînek da şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmergeyan li Serok Barzanî kir û spasî rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê terorê kirin û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmerge li têkşikandina terorê û parastina welat de hebû. Her wiha ji bilî piştraskirina helwesta xwe ya berdewam ku proseya xwendinê rastî kêşeyan nebê, behsa kêşe û giriftên mamostayan û rewşa darayî û jiyana xerapa çîna mamostayan kirin. Daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku çareseriyek ji bo rewşa mamostayan û girifta mûçeyên wan peydabike bo ku bikarin bi başî erk û karên xwe de berdewam bibin. Li beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û rola mamostayan li qonaxên cûda cûdayên dîroka Kurdistanê de bilind nirxand û eve jî xisterû ku helwesta mamostayan piştî raperîn û berdewambûna mamostayan li proseya xwendinê helwesteke ku tu demekî nayê ji bîr kirin. Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî sedemên qeyrana darayî ji bo amadebûyan şîrove kir û ji bilî balkişandina li ser girifta gendeliyê tekez li wê yekê kir ku şerê gendeliyê li şerê terorê dijwartir e û bi hemû şiyanek ve kar ji bo nehiştina gendeliyê dike. Di derbarê kêşe û giriftên mamostayan Serok Barzanî piştgîriya xwe ya tevahî ji bo mamostayan nîşanda û ragihand ji bo peydakirina çareseriyek û çareserkirina giriftên mamostayan zêdetir hewl dide.
PDK info |
|
|