Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em êrîşa Dîlokê şermezar dikin
 
Em êrîşa Dîlokê şermezar dikin
2016-08-21 16:45
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa xwekujî ya li bajarê Dîlokê pêkhatî şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî, îro di derbarê êrîşa Dîlokê de peyamek belav kir.

“Bi mixabinî şeva borî li Taxa Şahinbey a li bajarê Dîlokê a Bakûrê Kurdistanê, li encama êrîşa xwekujekî terorîst ya li ser daweteke civakiya xelkê, hejmarekî zêde hevwelatiyan me şehîd û birîndar bûn. Em bi vê bûyerê xemgîn in û serê malbatên qurbanî û gelê me sax be. Ji bo kesukarên şehîdan û birîndaran hêviya başbûnê dixwazin. Em vê êrîşê nemirovane gelek bi tundî şermezar dikin. Eve jî îspat dikin ku teror û fikrên tundrew gefeke ciddi ye li ser hemû jiyan û bexteweriya hevwelatiyan. Her ji bo wê yekê jî ji bo rûbirûbûna terorê karê hevbeşê welatan û ciddiyeta hemû civaka navdewletî pêwîst e.”

BasNûçe