Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hevpeymaniya Tirkiye-Rûsya-Îranê bê wate ye
 
Hevpeymaniya Tirkiye-Rûsya-Îranê bê wate ye
2016-08-19 20:38
MediaKurd > info@mediakurd.com
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova ragihand, ti rêkevtinek di navbera Moskow-Enqere-Tehranê de bo çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn nayên kirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya îro li Moskowê konfranseke rojnamevanî li dar xist û bersiva pirsyarên rojnamevanan da.

Mariya Zaxarova di bersiva pisyara peyamnêrê Rûdawê yê li Moskowê de ragihand, Rûsya ti niyetek wisa nîne, ku bo çareserkirina kirîzên niha yên li Rojhilata Navîn, hevpeymanîtiyek nû pêk bîne.

Zaxarova got, ku ti rêkevtin di navbera Rûsya-Tirkiye-Îranê de nayê kirin.

Zaxarova tekez kir, ku Moskow kirîzên kevn bi hevpeymanîtiyên nû çareser nake.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya amaje bi gotûbêjên navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê kir û ragihand, ku ew gotûbêj ne bi armanca çêkirina hevpeymaniyeke nû li herêmê ye.

Mariya Zaxarova wiha got: “Ew gotûbêjên navbera Rûsya û Tirkiye û Îranê, şêwazek guncaw di navbera dewletan de ye, bo çareserkirina kirîzekê yan jî arîşeyekê. Ew bi wateya pêkanîna hevpeymanîtiyek nû bo çareserkirina pirsgirêk û kirîzeke kevn nîne, belku tenê gotûbêjeke guncaw e bo danîna mekanîzmekê û karkirin bi awayekê bi bandortir.”

Mijara avakirina hevpeymaniyeke sê alî di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê di demekê de tê behskirin, ku zêdebarî hemû alozî û pirsgirêkên navbera wan, Amerîka û Tirkiye hêj wek dost û hevpeymanên hev in. Her ji ber wê çendê jî çavdêr dibêjin, ne hêsan e ku Tirkiye wisa bi rihetî û hêsanî bi 2 welatên rikeber (Amerîka û Rûsya) re bikeve di nav hevpeymanîtî û rêkevtinên siyasî û stratejîk de.

Li ser vê mijarê pisporekî karûbarên Rojhilata Navîn jî dibêje, ku tê pêşbînîkirin, Amerîka hewl bide arîşeyan di navbera Moskow û Enqerê de derxîne, eger bibîne ku pêwendiyên her du aliyan ber bi pêş ve diçin. Li gorî nêrîna wî pisporî ew yek jî ji ber bandora Tirkiyê bi ser kirîza Sûriyê de ye.

Serokê Madeya Qefqaziya ya Institûya Civakên Dewletên Serbixwe ya Rûsya, Vladimir Yevseyev jî di dauyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Eger têkiliyên Tirkiyê û Rûsya gelek ber bi pêş ve biçin, ez dikarim pêşbînî bikim, ku Amerîka hewl dide arîşeyan bo têkiliyên wan çê bike, da ku alozî vegere nav pêwendiyên Moskow û Enqerê. Çimku Tirkiye ji ber komek taybetmendiyan bandor li ser kirîza Sûriyê heye.”

Li gorî nêrîna çavdêran, pirsgirêka mezin a navbera Rûsya û Tirkiyê kirîza li Sûriyê ye.

Çavdêr dibêjin, heta ku her du dewlet li ser mijara Sûriyê li hev nekin, pêwendiyên navbera wan bi timamî asayî nabin û dê ew asayîbûna têkiliyan sînordar be.

Rûdaw