Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hewldanên referandûmê bileztir dike
 
Hewldanên referandûmê bileztir dike
2016-07-24 16:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
M. Salih Bedirxan

Piştî morkirina Protokola Leşkerî û Siyasî ya navbera DYA û RHK’ê hewldanên rapirsiya serxwebûnê hatin lezandin. Di meha Hezîranê de Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, bang li patiyên siyasî kiribû û ji wan xwesti bû ku ji bo rapirsinê li hev kom bibin û ew ê Dîwana Serokatiya RHK’ê jî bi armanca pêkanîna rapirsînê ligel layanan bicive. Piştî banga Serokê RHK’ê Barzanî ya ji bo rapirsînê Rawêjkarê Dîwana Serokatiya RHK’ê Fuad Hûsên ligel layanên siyasî dest bi danûstendinê kir. Hat zanîn ku ew ê Fûad Hûsên serdana Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bike.

Amadekariyên Wezareta Pêşmerge û Hêzên Navdewletî ya ji bo Operasyona Mûsilê jî berdewam dikin. Çavkaniyên Wezareta Pêşmerge amaje li ser wê yekê dikin ku amadekariyên Operasyona Mûsilê jî bi dawî dibin. Heman çavkanî dibêjin wê operasyon di demeke nêz de destpê bike. Li aliyê hewldana çend êrîşên DAİŞ’ê li herema Şengalê ku ji bo amadekariyên operasyonê lewaz bikin jî ji aliyê Pêşmerge ve hatine pûçkirin.

Naveroka Protokolê

Gotûbêjên li ser rêkeftina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û RHK’ê jî berdewam dikin. Li gor zanyariyên BasNûçe’yê ji Wezareta Pêşmerge û ji rayedarên RHK’ê stendiyê ew ê şertên ku di rêkeftinê de hatine destnîşankirin 20 salan berdewam bike. Herwiha wê li bajarên wek; Kerkuk, Hewlêr, Duhok, Şengal, Silêmanî û Helebçeyê pêgehên leşkerî bên danîn û pêgehên heyî dê bên berfirehkirin. Wê hêzên taybet ê NATO û DYA’yê wê di warê leşkerî û lojîstîkî de piştevaniya Pêşmergeyên RHK’ê bikin. Herwiha tê çaverêkirin ku li Çiyayê Şengalê yê ku di cihekî stratejîk de jî cih digre, jî bargeheheke leşkerî û balafirxeneyekî bê danîn.

Herwiha wê di nav NATO’yê de statuyeke taybet bo RHK’ê bê naskirin ku niha welatê Taywanê di heman statuyê de ye.

Li aliyê din hat zanîn ku di çarçoveya rêkeftinê de mûçeya 35 hezar Pêşmergeyan jî tê dayîn. Mûçeya Pêşmergeyan ji aliyê hikûmeta navendî ya Bexdayê hatibû birin. Hefte ya borî piştî morkirina Protokolê mûçeya Peşmergeyên ku tevlî Operasyona Mûsilê dibin, hat şandin.

Pispor dibêjin ev rêkeftina ku gelek xalên wê yên stratejîk hene ku nehatine eşkerekirin, RHK’ê wek dewletek serbixwe û partnerê DYA’yê qebûl dike.

Li aliyê din amaje li ser wê yekê jî heye ku piştî piştî rêkeftina ligel DYA’yê RHK weke hêzeke sereke derketiye pêş û beriya serxwebûnê gaveke giring a leşkerî avêtiyê. Herwiha pevçûnên taîfî yên sune û şîeyan li Iraqê, Parlementoya Bexdayê ji aliyê xwepêşanderan jî destê Hewlêrê bi hêz dike ku çarenûsa xwe bi serê xwe diyar bike.

Bexda ji rêkeftinê neraziye

Li aliyê din Bexdayê nerazîbûna xwe li dijî rêkeftina RHK’ê û DYA’yê nîşan da. Wezareta Berevaniya Iraqê daxuyand ku rêkeftin bi tenê ji bo alîkariya maddî ye û ew ê di çarçoveya rêkeftinê de bi tenê mûçeyên Pêşmergeyan bên şandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo pêkanîna Operasyona Mûsilê ew ê Artêşa Iraqê demekê li Kurdistanê bimîne û hejmara Pêşmergeyên di şerê li dijî DAIŞ’ê de şer dikin jî ew ê zêde bibe. Herwiha, amaje li ser wê yekê jî heye ku ew ê hêzên hevpeyman jî hejmara leşkerên xwe yên taybet zêde bikin.

Rawêjkarê Dîwana Serokatiyê Fûad Hûsên: Ji bo serxwebûnê dem hatiye

Rawêjkarê Dîwana Serokatiya RHK’ê Fûad Hûsên di derbarê danûstendinên li ser rapirsiya serxwebûnê yê ligel layanên siyasî de ji BasNûçe’yê re axivî. Fûad Hûsên daxuyand ku piştî banga Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ya li partiyên siyasî wî jî dest bi diyalogê kiriye ligel layanên siyasî. Herwiha Hûsên li ser danûstendinan rawestiya û wiha got: “Hevdîtin berdewam dikin. Axaftina niha hêj zû ye. Di demeke nêz de ez ê serdana YNK û Goranê bikim. Ez ê danûstendinê bi partiyên ku gruba wan di parlementoyê de hene jî û tune jî danûstendinê bikim. Piştî danûstendinê ligel ez ê daxyaniyeke berfireh bidim û ez ê pêşkeşî Serok Barzanî bikim.” Hûsên tekezî li ser wê yekê jî kir ku meseleya serxwebûnê weke derfetekê derketiye pêş û dema wê yekê hatiye ku serxwebûn bê ragihandin. Hûsên aşkere jî ki ku ew omîdware ku ew ê layanên siyasî piştgiriya serxwebûnê bikin û dema wê yekê hatiye ku gelê kurd çarenûsa xwe diyar bike.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet: Pêşmerge wê bibe arteşek nûjen

Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê RHK’ê Helgurd Hikmet jî, peymana ku di navbera RHK’ê û DYA’yê de hatiye îmzekirin, ji BasNûçe’yê re nirxand. Hikmet da zanîn ku protokol serkeftinek dîplomatîk e û Pêşmergeyên li Kurdistanê ku bi Wezareta Peşmergeyên re girededayi ye, li dijî DAIŞ’ê dê baştir têbikoşin û di çarçoweya vê protokolê de ji Pêşmergeyên re di warê aborî û lojîstîkî de dê alîkarî bên şandin. Hikmet diyar kir ku li bajarên Kurdistanê bargehên leşkerî ji nûve û bi awayek nûjen wê bên sazkirin û ji Pêşmergeyan re alîkariyên leşkerî û lojîstîk dê bên hinardin. Ji bo ji nûve sazkirina arteşa Pêşmerge, pengavên nû dê bên avetin. Herwiha ji bo ku Pêşmerge li dijî DAIŞ’ê baştir têbikoşe, bernameyek hatiye amadekirin. Wan planan ji zû de dê pêk bên û Pêşmerge dê bibe arteşeke nûjen.

Hikmet destnîşan kir ku di demek nêzîk de Operasyona Mûsilê dê pêk were û got ku ew di derbarê Operasyona Mûsilê bi Hêzên Hevpeymanê re hevdîtinan pêk tînin û ew ê di demek nêzîk de ji wan hevdîtînan encamek êrênî bi dest bixin.

Dr. Kemal Kerkukî: Ev protokoleke dîrokî ye

Fermandarê Eniya Kerkûkê û Serokê Berê yê Parlementoya RHK’ê Dr. Kemal Kerkûkî peymana ku di navbera RHK û DYA’yê de hatiye îmzekirin, ji BasNûçe’yê re nirxand. Dr. Kerkûkî ragihand ku girîngiya protokolê hem ji bo RHK’ê û hem jî ji bo DYA’yê nirxand û diyar kir ku peyman hem ji bo DYA’yê û hem jî ji bo Kurdistanê gelek girîng e. Kerkukî wiha got: “Li Rojhilata Navîn gelek pirsgirek hene û Pêşmerge hêzekî gelek girîng e û DYA jî di operasyonên hevpar de ev yekê dît. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de giringîya Pêşmergeyan carek din derket holê. Pêşmerge hêzeke demokratîk a pêşketî ye û ev aliyê xwe nîşan da hemû cihanê. Pêşmerge bi mudaxaleyên xwe, dawiya DAIŞ’ê anî. DYA, bi operasyonên hewayî re gelekî alîkariya Pêşmerge kiriye. Lê ji bo bidwîkirina DAIŞ’ê operasyonên hewayê bes nîn in.” Kerkûkî li aliyê din jî got ku ev peyman ji bo Pêşmerge li ser erdê DAIŞ’ê bi dawî bike û ev gelekî girîng e û protokol ji bo DYA û Kurdistanê, xwediyê cihekî dîrokî ye.

Fermandar Kerkûkî, bal kişand ser îddîayên DYA, bi vê peymanê re, referanduma serxwebûnê jî qebûl dike û wiha got: “Kurd ji vê saetê pêş ve naxwazin bi Iraqê re bibin û gelê Kurdistanê ji bo tayînkiriba çarenûsa xwe biryara xwe daye. Derbarê tayînkirina çarenûsa xwe de biryarên DYA, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekgîrtî hene. Kerkûkî got ku ‘em bibiryar in û DYA û wekî din hevalê me jî dê vê biryara me qebûl bikin.’

Parlamenterê YNK’ê Nezih Heme Hûsên: Protokol RHK’ê û Peşmerge bihêztir dike

Parlamenterê YNK’ê Heme Hûsên got ku protokola ku di navbera DYA û RHK’ê de hatiye îmzekirin, RHK’ê li herêmê pêşxistiye û RHK bi muttefîkê xwe re bi awayek hemahengê tevgeriyaya û ji ber ve, DAIŞ"ê paş xistine û bi vî awayî DAIŞ ji Kurdistanê derxistine. Hûsên derbarê vê de ji BasNûçe re axivî û got ku têkîliyên dîplomatîk ku di navbera RHK û dewletên rojava de tên sazkirin, ji bo berjewendiya Kurdan gelekî baş e û ev ji bo berjewendiya Kurdan e. Hûsên diyar kir ku Kurdistan bi Fransayê, Amerîka û Brîtanyayê re têkîliyên dîplomatîk saz kiriye û wan têkîlîyan ji bo Kurdistanê gelek girîng e û wan têkîliyên dîplomatîk ji bo me tên wateya pêşketine. Hemû cîhan qebûl dike ku Pêşmege hêzek demokratîk û welatparêz e. Wan welatana çawa di dîplomasiyê de li gorî berjewendiya xwe tevdigerin, peywîste em jî di dîplomasiyê de ji bo berjewendiya tevbigrin. Vê protokola ji bo berjewendiya Kurdan e. Bi Bexdaye re têkîliyên me baş nîn e; ji aliyê budçeyê de kêşeyên Pêşmergeyê heye û pîrsgireka bînghena herêman ji ber xala 140’mîne ne. Ji ber ku bi sedema vê xalê, di warê firotina neftê de kêşe derdikeve li hemberê herêman. Bi protokolê hem Pêşmerge û hem jî Kurdistan qudretek baş dê bi dest bixe.

Heme Hûsên derbarê serlêdana Berdevkê Dîwana Serokatiya ya RHK’ê ku li YNK dê bike de axivî û da zanîn ku serlêdanên ku Birêz Fuad Hûseyîn, dê bike, gelekî êrenî ye û hewceyê bê piştgirî kirin. YNK û Goran diyar kirin ku dê bi hev re biyar bidin. Serxwebûn, ji bo pêşeroja gel ê Kurdistanê, mijarek gelek girîng e. Divê hemû partiyên siyasî bi hev re tevbigerin û dê vê demê parlameto jî baştir bixebite. Hûsên serlêdana Nûnerê Partiya Demoratîk a Kurdistanê ya Sûleymanê Edhem Barzanî li Hero Talabanî kiribû, bi bîr xist û wisa nirxand ku pirsgirekên ku di nava partiyên siyasî de hene, divê bên çareserkirin û divê KDP û Goran lihev bên.

Siyasetmedar Letif Mistefa: Divê xebatên serxwebûnê, ji nû ve bên destpêkirin.

Parlementerê berêyê Tevgera Goranê Letîf Mistefa jî derbarê peymana ku di navbera DYA û Kurdistanê hatiye îmzekirin de ji BasNûçe’yê re axivî û diyar kir ku ji piştî ku hêzên Kurdistanê erîşên DAIŞ’ê şikestin, hêzên navnetewî dest bi piştevaniya Kurdistanê kirin û protokol jî ji ber vê piştevaniyê hat îmzekirin. Mistefa rave kir ku berê referandûma serxwebûne, têkîliyên dîplomatîk ênku bi vî awayî pêk tên, ji bo berjwendiya gelê Kuristanê gelek baş e û Kurdistan di serdemek gelekî dijwarî de ye. Vê peymana ku di serokatiya Serok Barzanî de hatiye îmzekirin, ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê û quwetbûna Pêşmerge, gelekî girîng e. Pêşmergeyan bi awayek nûjentir û baştir dê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin. Divê ji DYA’yê zêdetir pisporên leşker bên Kurdistanê û di vê çarçoweyê de vê protokola ji bo Kurdistanê xwediyê cihekî dîrokî ye.

Mistefa derbarê serlêdanên ku Dîwana Serokatiya RHK’ê ji bo referandûma serxwebûne li partiyên siyasî kiriye de, axivî û diyar kir ku di sala 2014an de ji bo pêkhatina referandûmê gelek xebitiye û xebata wî, piştê êrîşên DAIŞ"ê bidawîbûye. Hewceyê partiyên siyasî dûrabarê dest bi xebatên referandûma serxwebûnê bikin.

Siyasetmedar M. Emîn Pencwînî: Protokol rûdanek gelekî baş e

Siysetmedar Mihemed Emîn Pencwînî jî derbarê rûdanên ku li RHK’ê pêk tên de, ji BasNûçe re axivî. Pencwini diyar kir ku vê protokola di encama têkîliyên dîplomatîk ên ku di navbera DYA û Kurdistanê de tên meşandin, hatiye îmzekîrîn. RHK’ê bi vê peymanê re hem li herêmê û hem jî di qada navnetewî de pretîjek baş bi dest xistiye û HRK’ê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dê alîkariyek baş bê kirin. Pencwini da zanîn ku protokol beriya referandûma serxebûnê hatiye îmzekirin û rûdanek gelekî baş e. Divê têkîliyên dîplomatîk ên bi wî awayî dê bên berdewam kirin. Pencwini bal kişand ser rojeva Dîwana Serokatiya RHK’ê ya derbarê referandûma serxwebûne de û got ku peywîste partiyên siyasî li hev bên û hewceyê serxwebûn bikeve rojeve.

Nûnera RHK’ê beşdarê civîna Washingtonê bû

Nûnera Hikûmeta RHK’ê ya Washingtonê, Beyan Samî Ebdulrehman, li Washingtonê beşdariya civîna hevpeymanan li dijî DAIŞ"ê bû. Beyan Samî Ebdulrehman di twîîttera xwe ya taybetî de nivîsandibû ku ji bo beşdarbûna civîna li dijî DAIŞ"ê hatiye bang kirin. Beyan Samî diyar kir ku di vê têkoşînê de qebûlkirina rola Kurdan gelekî kêfxweşî ye.

Wezîre Bergîriyê DYA yê Ashton Carter di daxûyaniyek xwe de diyarkiribû ku Kurd di têkoşîna li dîjî DAIŞ"ê de rolek mezîn hilgirtine ser xwe. Lê belê, ji ber ku kurd, ji bo civîne nehatiye bangkirin, bûbû sedema nerazîbûna RHK’ê.

Li paytexta DYA Washingtonê bi beşdarbûna welatên hevpeymanên ku li dijî DAIŞ"ê ne civînek pêk tînin. Lê ji nûnerê RHK’ê ji ber zexta Bexdayê nehatibûn vexwendin.

Musteşarê Encumena Ewlehiya RHK’ê Mesrur Barzanî, ji ber ku rêveberiya Washingtonê, ji bo beşdarbûna civîna ku li dijî DAIŞ"ê li Washingtonê tê lidarxistin, banga Kurdan nehatiye kirin, rexne kiribû.

Herwiha Serokê RHK’ê Barzanî jî di pêşwaziya şandekî amerîkî de rexne û teredudên xwe yê derbarê vê helwesta Washingtonê de anîbû ziman.

Li ser rexneyên rayedarên kurd, rêvebiriya Washingtonê bi awayeke fermî nûnerê RHK’ê vexwendibû bo civînê.

Ji Hollande piştevaniya Barzanî

Hat ragihadin ku Serokê RHK’ê Mesud Barzanî, Wezîrê Geşedanê yê Franseyê Andre Vallini û şandeya vê li Selahandînê qebûl kir.

Li gorî daxûyaniya ku ji aliyê ofîsa Dîwana Serokatiya RHK’ê ve hatiye parvekirin; di hevdîtinê de mijarêm têkoşîna li dijî DAIŞ"ê, ji holê rakirina ramanên radîkal û têkîliyên Erbîl û Bexdayê hatine axaftin.

Barzanî ji bo alîkarîyên ku Hikûmeta Fransayê ji gelê RHK’ê re kiriye, ji wan re spas kir û diyar kiriye ku Serokkomarê Fransayê François Hollande û gelê Frandsa rojên dijwar derbas dikin û disa jî şandiyek taybetî şandiye Erbîlê û vê serlêdana gelekî girîng e û ew ên tu carî vê ji xwe bîr nekin.

Barzanî, ji kesên re ku di êrîşa Nice de xizma wan hatine kuştin, sersaxî xwast û da zanîn ku komên radîkal li cîhanê dijminên hemû alîgiran e û hin jî gef li cîhanê dixwin. Barzanî bal kişand ser rizgarkirina Musîlê û diyar kir ku piştî rizgarkirina bajar, divê biryara dê çawa bê birêvekirin û dê çawa mafên ol û etnîkan bê parastin bê dayî û hewceyê peymanek bê amadekirin. Wezîrê Geşedanê Franseyê Vanilli da zanîn ku peymana Serokkomar Hollande ji Barzanî re anîne û Fransa di têkoşîna li dijî DAIŞ"ê de dê alîkariya RHK’ê bike.

Barzanî bi Balyozê Brîntanyayê re hevdîtin pêk anî

Serokê RHK’ê Mesud Barzanî, bi Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Frank Baker û digel şandeya bi wîre ye, di mala xwe ya serolaktiya li Erbîlê de hevdîtinek pêk anî. Li gorî daxûyaniya nivîskiya ofîsa RHK’ê, di hevdîtinê de mijarên gefa DAIŞ"ê, bergiriyên ku li dijî ramanên radîkal divê bên girtin û serkeftiên ku arteşa Iraqê li dijî DAIŞ"ê bi dest xistine, hatine rojeve. Herwiha di hevdîtinê de li ser Operasyona Mûsilê, parastina ol û etnîkên cûda yên herêmê û ji carek din bobelatên bi vî awayî pêk ne, wergirtina biryarên siyasî û derbarê di bergiriyên siyasî de amadekirina peymanek de axivîn. Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Frank Baker jî nêrînê xwe û di vê mijarê ramanên welatê xwe anî zimen.

Di hêvdîtinê de cûdabûna Brîtanyayê ji Yekîtîya Ewropayê ve û bandora vê ya li ser polîtîkayên dervê hat nîqaşkirin û mijarê wekî têkîliyên RHK’ê û Brîtanyayê û pêşeroja Iraqê hat nirxandin. Ji aliyê din ve wexta peywîra Balyozê serekê Brîtanya yê li Hewlêrê Angus McKee xelas dibe û di civînê de ji bo xebatên ku bi RHK’ê û Hikûmetê re kiriye, kêfxweşiya xwe diyar û ji RHK’ê re serkeftin xwast.

Barzanî êrişa Munchenê şermezar kir

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî êrişa çekdarî ya li bajarê Munchenê ya Almanyayê şermezar kir. Barzanî li ser rûpela xwe ya twîtterê, êrişa çekdarî ya şeva borî li bajarê Munchenê şermezar kir û hevxemiya xwe ji gel û hikûmeta Almanyayê re nîşan da. Di bûyera bajarê Munchenê de, herî kêm 9 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bibûn.

BasNûçe