Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em dixwazin biçin Rojava û şerê DAIŞ'ê bikin
 
Em dixwazin biçin Rojava û şerê DAIŞ'ê bikin
2016-07-24 16:55
MediaKurd > info@mediakurd.com
Fermandara FARC’ê Alexandra Nariño ku li Kubayê proseya muzakereyan a bi hikûmeta Kolombiyayê re birêve dibe, ragihand ku dema muzakere biencam bûn gerîlayên FARC’ê dixwazin biçin Rojava û ligel YPG’ê şerê DAIŞ’ê bikin. Alexandra Nariño herwiha diyar kir ku ew bi YPG’ê re di nava pêwendiyan de ne.

Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo li ser vê mijarê ji malpera me re axivî û ragihand ku di vî warî de tu agahî di destê wan de tune ne.

Di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC’ê de piştî 50 salên bipevçûn proseyeke aştiyê destpê kiribû û meha derbasbûyî bi awayekî mayînde agirbest hatibû ragihand. Rêberê FARC’ê Timoşen diyar kiribû ku bila ev roja şer a dawîn be.

Bîlançoya 50 salên şerê Kolombiyayê

Li Kolombiyayê di navbera salên 1958-2012’an de di encama êrişên hikûmet, komên paramîlîter û pevçûnên bi gerîlayên FARC"ê re 220 hezar kes mirin. 79 hezar kolombiyayî winda bûn. Tê ragihandin ku tenê di êrişên komên paramîlîter yên rastgir ku ji hêla hikûmet, karsaz û axayên axê ve tên bikaranîn de 173 hezar kolombiyayî mirin. Herwiha herî kêm 10 milyon kolombiyayî ji ber şer û pevçûnan ji cih û warên xwe bûn.

BasNûçe