Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirsa li Bakurê Kurdistanê zêde bû
 
Tirsa li Bakurê Kurdistanê zêde bû
2016-07-24 00:09
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştî ku li tevahiya Tirkiyê “rewşa awarte” hate ragihandin, tirsa ku dê li Bakurê Kurdistanê binpêkirina mafan zêde bibin derkete pêş.

Li gorî aktivîstên mafên mirovan jixwe li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte hebû û niha tenê nav lê hatiye kirin. Lê mafnas dibêjin ew ditirsin ku pêkanînên li derveyî qanûnan zêdetir bibe û rewşa li Bakur dijwartir bibe.

Li Bakur piştî 14 salan careke din rewşa awarte hate ragihandin. Ev cara yekemîn e ku ligel Bakurê Kurdistanê îcar dê li Tirkiyyê jî rewşa awarte hebe.

Parêzvanên Mafên Mirovan ku rojane binpêkirinên mafan rapor dikin, bal dikişînin ku Kurd jixwe di rewşeke awarte de ne û tenê nav lê nehatibû kirin.

Serokê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Racî Bilicî ji Rûdawê re wiha got got: “Rewşeke awarte jixwe hebû. Ez di wê baweriyê de me dê li herêma tiştekî neyê guhertin. Bajar hatin xirakirin, koçberî çêbû, kuştin, îşkence, zext û zordarî her tişt kirin. Ma ji vê wêdetir dê çi bikin?”

Li gorî mafnasan her çiqas li Bakurê Kurdistanê zext û zordariyeke berbiçav hebûye jî bi rewşa awarte ev yek dê dijwartir bibe. Jiyana xelkê zêdetir bikeve xetereyê.

Mafnasê bi navê Silhedîn Çobam jî got: “Dewlet û hiqûq li gorî zagonên ku nayên mehkemekirin ve dê li ser kar be. Ev ji bo Bakur jî ji bo Tirkiyeyê xetereyeke mezin e. Lê helbet tiştên ku dixwazin li Bakur bikin ew ê ji vir û şûnde bikaribin hêsantir û rihetir bikin.”

Rayedarên hikûmetê çend caran aşkera kirin ku rewşa awarte tenê ji bo bêbandorkirina derbekaran e.

Lê tirsa aktivîstên mafên mirovan û mafnasan ew e ku li bajarên Bakurê Kurdistanê ev pêkanîn dijwartir bibin.

Rûdaw