Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Xebata li Rojhilat ji bo hemû kurda ye
 
Xebata li Rojhilat ji bo hemû kurda ye
2016-07-24 00:01
MediaKurd > info@mediakurd.com
Memê Botî

BasNûçe - Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, piştî 25 salan dîsa li Rojhilatê Kurdistanê dest bi siyaseeke aktîv kirin. Partiya Demokrata Kurdistanê PDKÎ demeke dirêje Pêşmergeyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê şandiye bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li wir dest bi xebatan kiriye. Herwiha li gelek bajaran di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdarên Îranê de pevçûn derketin.

Nûnerên Komara Îslamî ya Îranê bi destpêkirina xebatên siyasî yên hizbên Rojhilatê Kurdistanê gefê li Herêma Kurdistanê dixwin. Herwiha hin herêmên Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê wan ve hatin bombarankirin.

Karim Parwîzî Endamê Deftere Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser rûdanên çend mehên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û gefên nûnerên Komara Îslamî ya Îranê ji BasNûçe’yê re axivî. Karim Perwîzî eşkere dike ku PDKÎ amadekariyên xwe kirine û ew ê xebata xwe ya li Rojhilat bidomînin.

Niha proseyeke nû li Rijhilatê Kurdistanê durist bûye. Trajediyeke kurdên Rojhilatê jî ew e ku serkirde û pêşewayên wê bi bi hinceta çareserî û diyalogê ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin. Gelo niha layanên siyasî ji wê rabirdûyê ders wergirtinê yan na?

Rêberên wan şehîd kirine, serokên wan kuştine, ji hemû partiyan, zext û zor li wan kirine. Endamên wan darve kirine. Ev zilm ku bi giştî li ser Rojhilatê Kurdistanê heye, partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî jê bêbeş nebûne. Loma jî ev partî hemû jî Komara Îslamî ya Îranê baş dinasin û dizanin ku Komara Îslamî naxwaze mafê kurdan bide lêbelê hin partî ji ber ku belkî bikaribin tiştekê bi dest bixin yan mafekê ji bo kurdan ra dabîn bikin siyaset û taktîkên xwe diguherînin, em gelek caran dibînin ev ezmûn û ceribandinên berê jî hatine kirin, dîsa hewl didin wan dubare bikin, di halekê da ku berê jî wan ev tişt tecrube kirine û bi giştî şikest xwarine mînak PDKÎ di maweya çend mehên borî da bi Komara Îslamî ra gelek tişt ceribandine, di destpêkê da me xwest bi gotûbêj û muzakireyê karê xwe bi pêş ve bibin û kêşeya kurd ji wan ra zelal bikin lêbelê wan bi fermana cihadê ku Xumêynî dabû bersiva me dan.

Pêşmergeyên kurdan dest bi xebateka lehengane kirin û li hemberî êrişan ji xwe bergirî kirin û piştî şikestxwarina Komara Îslamî di şerê Îran û Iraqê da PDKÎ jî biryar da û got niha imkana goftûgoyê bi Komara Îslamî ra heye, çûn li ser maseyê rûnin û kêşeyên kurdan ji wan ra şirove bikin lêbelê Komara Îslamî ev derfet bi xerabî bi kar anî û Dr. Qasimlo li ser maseya muzakereyê teror kir, ev bûyer 27 salan berî niha qewimî. Ji wê salê heta niha jî PDKÎ bi awayekî siyasî û rêxistinî xebata xwe domandiye niha jî bi şikileka din hatiye meydanê ku xebata xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ve bibe.

Di navbera layanên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de nakokiyên kur ê siyasî tunene. Herwiha birakujî jî di navbera layanên siyasî de di asteke zê de de pêk nehatiye. Cenabê te vê yekê çawa şîrove dikî?

Bi kêfxweşî dikarim bibêjim ku ev birakujî di navbera partiyên Rojhilatî da li gorî parçeyên din yên Kurdistanê kêmtir rûdaye lê mixabin ev tişt heta radeyekê hebûye jî, kêşe di navbera partiyan da, di demên rabirdû da hebûye û birakujî jî çêbûye lê li gorî parçeyên din yên Kurdistanê kêmtir hebûye.

Lêbelê niha ev tişt nemaye û pêwendiya hemû partiyan bi hev ra heye. Niha hevcivîn û rûniştin û hemahengî di warên siyasî da, di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê da heye, lêbelê hîn jî negihîştine qonaxekê ku yekgirtinek di navbera wan da çêbibe. Ji ber ku di nava hin partiyan da veqetîn û perçebûn çêbûne û heta di partiya me da jî veqetîn çêbû û em bûn çend şaxan û herwisa partiya Komele jî rastî veqetînê û parçebûnê heta ku ev veqetîn û parçebûna partiyan bandoreka nerênî li ser yekgirtina partiyên Rojhilatê Kurdistanê daniye û hîn negihîştiye wê qonaxê û hin arîşeyên teknîkî û rêxistinî li ser rêya me hene ji bo vê yekê, hêvîdar im bi pêşveçûn û hemahengiya zêdetir ev kêşe jî ji nav rabin û ev imkan jî pêk bên ji ber ku hemû kes dizane her çend kurd yekgirtîtir bin û bi hev ra bixebitin rêya selimandina bidestxistina mafên wan hêsantir dibe.

Piştî demeke dirêj tevgerek li Rojhilatê Kurdistanê durist bûye. Herwiha PDKÎ dest bi siyaseta aktîv kiriye û Pêşmergeyan dişîne ji bo Rojhilatê Kurdistanê. Mimkune layanên din jî beşdarî vê biryara PDKÎ’yê bibin?

Em weke PDKÎ, Pêşmerge û endamên me yên çekdar li Rojhilatê Kurdistanê hene, û ew kesên ku em dişînin wir jî zêdetir ji bo fermandarîkirin, rênîşandan û rêberîkirinê ne û em kêfxweş dibin ku partiyên din jî bi awayekî çekdarane beşdarî vê xebatê bin ji ber ku eger wisa be Komara Îslamî me hemûyan bi hev ra tiştekî cidî dihesibîne; em ji hatina her partiyekê di nava vê xebatê da kêfxweş dibin û em hewl didin hemahengî û pevxebitîn di navbera me da hebe ji ber ku bûyereka nexweş di navbera me da çênebe. Û em bikarin dijî Komara Îslamî piştgiriya hev bikin.

Komalaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û PDKÎ’yê hevpeymaniyek daniye li dijî Îranê. Layanek çêp e. Layanê din jî rast e. Çi wan tîne cem hevdu da ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêkve kar bikin?

Em weke PDKÎ xwe partiyeka rastgir nabînin em sosyal demokrat in û em endamê koma sosyal demokrat in û zêdetir xwe weke partiyeka çepgir dibînin û partiya Komele jî ji wê çepgirbûna tundrew hinekî dûr bûne û êdî ew jî weke berê çepgirên tundrew nînin loma îmkana nêzîkbûna me di vî warî da heye em her du partî jî xwe weke partiyên çepgir dibînin û ew jî niha çepgirên miyanerew in.

HDK ji PDKÎ’yê veqetiya bû diyalog di navbera wan de li ser hevgirtinê heye. Mimkûne ew dîsa bibin yek?

Em di vê baweriyê da ne ku ji bilî yekgirtina şaxên PDKÎ’yê ti rê nînin û xelkê Rojhilatê jî hebûna du partiyên bi vê şiklê qebûl nake û ji aliyekî va jî kêşe û arîşeyê me ewqas kûr nînin ku em nekarin yekgirtinekê di navbera xwe da pêk bînin. Û tarîxê ev tişt selimandiye ku veqetîn serkeftî nabin loma ji bilî yekgirtinê ti rêyên din nînin. Û hêvîdar im herçi zûtir em bigihêjin vê armancê.

Zêdetir ji 2 sala ye Pêşmergeyên PAK’ê li Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê di bereya şer de ne. Ew çima beşdariyê di bereya Rojhilat de nakin?

Em bi xwe dibêjin ku hebûna me li Rojhilatê Kurdistanê heye û xebata me didome û em kêfxweş dibin ku hemû partî û grûpên ku xwe girêdayî Rojhilatê Kurdistanê dizanin aktîv û çalak bibin, ji ber ku çalakbûna wan partî û grûpan di berjewendiya tevgera kurd û herwisa me da ye jî.

Ew ê helwesta PJAK û KODAR’ê di vê proseyê çi bin? Gelo mimkune ew jî ligel layanên kurd hemageng bin?

Ew şaxeka PKK’ê ne û mixabin heta niha wan nekariye siyaseteka cudatir ji PKK’ê bimeşînin û xwe weke partiyeka ciyawaz ji PKK’ê nîşan bidin, ew şaxa PKK’ê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û pêwendiyeka me ya dostane bi PKK’ê ra heye û em dikoşin pêwendiya xwe bi PKK’ê ra xweştir bikin. Lê di rastiyê da ew şaxeka PKK’ê ye û em wan weke partiyên ciyawaz nabînin meger ku ew bixwazin siyaseteka ciyawaztir ji PKK’ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bigirin ber xwe lê heta ew vê tiştê nekin, em nikarin wan bi awayekî cudatir ji PKK’ê bibînin.

Eger PKK/KCK KODAR PJAK ligel Îranê Goran û YNK’ê siyaseteke hevbeş birêve bibin ew ê metirsî li ser Rijhilat û Başûrê Kurdistanê peyda nebe?

Ez di vî warî da siyaseteka hevpar di navbera wan aliyan da nabînim, ev layen ku te qala wan kir her yek ji wan siyaset û berjewendî û taktîk û stratejiya wan ya taybet heye û ez tiştekî hevbeş di navbera wan da nabînim.

Li aliyê din tê gotin ku PKK/YNK Goran geşedanên li Îranê rû didin nabînin û medya van aliyan jî cih nade wê yekê. Bîr û boçûna cenabê te li ser vê yekê çi ye?

Divê ji wan gilî bê kirin ku ew qala xebata kurdan li Rojhilatê Kurdistanê nakin, ji ber ku geşbûna xebatê di her beşekî Kurdistanê da, Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat di berjewendiya kurdan da, di parçeyên din yên Kurdistanê da ye jî, eger xebata kurdan li Rojhilatê geş bibe wê demê kurd li Başûr jî bihêztir dibin, YNK, Goran, PKK û hemû partiyên din jî bihêztir dibin ji ber ku dosteka wan ya bihêz heye, di hemû beşan da tenê kurd dostê hev in, ti caran welatên cîran ji kurdan ra nabin dost tenê kurd di herçar parçeyan da dikarin bibin alîkarê hev û ji hev ra bibin dostên rastîn. Eger xebata kurdên Rojhilatê geştir bibe û cidîtir be wê demê Komara Îslamî lawaztir dibe, yanê dijminekî kurdan lawaz dibe û kurd li Başûr, Bakur bihêz dibin loma jî eger ew qala xebat û pevçûnên kurdên Rojhilatê nakin gilî û gazin li ser wan heye ku dema pêwîst wan nekariye bersiva bendewariya xelkê Rojhilatê bidin û ji ber ku kurdên Rojhilat hertim eger kurdên Başûr, Bakur yan Rojava serkeftinek bi dest xistine yan xebateka kurdan bi pêş ve çûye ew bûne alîgir û alîkarê xebatên kurdan li parçeyên din û gelek caran ji bo Başûr, Bakur û Rojava meşiyana û piştgiriya xebata wan kirine, niha jî li bendê ne kurdên parçeyên din ji wan ra bibin alîkar.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji serhildan û xweragiriyekê re amadebûne gelo? Herwiha mimkune Îran tevgerên xelkê dîsa bi tûndî serkut bike?

Komara Îslamî çendîn sal in hewl dide wisa nîşan bide ku meseleya kurd li Îranê nîne û kurd û hemû netewên din yên Îranê ji Komara Îslamî razî ne û ti kêşeya wan nîne û ji rewşa heyî razî û qanê ne lêbelê di halekê da ku ev yek nerast e û ew netewe û bi taybet gelê kurd razî nînin û di her derfetek û imkanekê da xebatê xwe li dijî Komara Îslamî didomîne, herwisa ku amaje pê hatekirin di van demên dawiyê da ku spahê pasdaran û Pêşmerge li hev ketine û di navbera wan da pevçûn çêbûne, xelkê asasyî xwe gihandine hawara Pêşmerge û alîkariya wan kirine û di salroja terora Dr. Qasimlo da jî ku 27 salan berî niha bi destê rejîma Îranê hatibû terorkirin, xelkê ev yek protesto kirin û beşekî zêde ji dukan û bazarê girêdan, ev tişt nîşan didin tevî ku rejîm dixwaze bi zorê, teror, kuştin û darvekirin xelkê bêdeng bike lê dîsa jî xelk ji her derfetekê sûdê werdigirin ku nerazîbûna xwe derbibirin û hebûna xwe nîşan didin, ev tişt nîşana zindîbûna xebata kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Îran piştî çend geşedanan li Rojhilatê Kurdistanê herêma Hecî Omaran û Sîdekan borduman kir. Herwiha gefan li Başûrê Kurdistanê dixwe. Gelo mimkune ku Îran Haşdî Şabî bi ser Başûrê Kurdistanê de bişîne û rêgiriyê di ber serxwebûna Kurdistanê de bike?

Komara Îslamî ya Îranê di zahir û ruxsarê da dixwaze xwe weke dostê kurdan li Başûr, Bakur yan Rojava nîşan bide lê di rastiyê da yek ji mezintirîn dijminên kurdan e; zêdetir ji vê yekê ku bixwaze kurd bi ser bikivin dixwaze kurd bibin koleyê ber destê wan, ew vê yekê ji bo Herêma Kurdistanê, li Bakur û Rojava jî wisa dixwazin û ew dixwaze bibêje ku divê hûn ji sinorên xwe dernekevin û divê hertim li gotinên me guhdarî bikin û li gorî me tev bigerin, dixwaze kurdan weke kole û amûr bi kar bîne, bombebarankirin, anîna Heşdê Şebî û gefa fermandarekî spahê pasdaran li ser Başûrê Kurdistanê, ev yek hemû ji bo ku kurdan li Başûr, Bakur yan Rojava bibin koleyên ber destê wan pêk tên, ew li dostan nagerin lêbelê ew koleyan dixwazin.

Geşbûna siyaseta Rojhilat ji ber nakokiya mezhebî derket pêş an jî hizbên siyasî êdî li hember fişara Îranê bêdeng namînin raya cenabê te li ser vê yekê çi ye?

Geşbûna pevçûn û şerên etnîkî û mezhebî di Rojhilata Navîn da, bi qezenca ti etnîk û neteweyekê nîne, ji ber ku meseleya kurd meseleyeka etnîkî û mezhebî nîne, meselya kurdan meseleyka netewî ye, kurd şiî, sunî, yarsan, mesîhî … ne û zaraveyên cihêreng jî di nava kurdan da tên axaftin loma jî şerê mezhebî û etnîkî di Rojhilata Navînê da ne bi qezenca netewên din û ne jî bi qezenca netewa kurd e. Û her çiqas ev şer geştir bibe kurd jî zêdetir zererê dibînin û em bi ti awayî naxwazin ev şerê hanê têkeve nava kurdan, ne li Başûr, ne li Bakur, ne li Rojava û ne li Rojhilat

Amaje li ser wê yekê heye ku Barzanî piştevaniya layanên Rojhilatê Kurdistanê dike li dijî destêwerdanên Îranê li Kurdistanê, gelo ev amaje rast e yan na?

Heta niha Mesûd Barzanî bi awayekî fermî ranegihandiye û daxuyanî nedaye ku tê da piştgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê xuya be, lê eger ew li hemberî destêwerdana rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê bin, ew yek mafeka rewa ye ku ew bergiriya xelkê xwe bikin wisa ku min got rejîma Îranê jî naxwaze dostaniyê bi wan ra bike lê dixwaze Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê weke milk û malê xwe bibîne.

Dostên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kî ne?

Berî her tiştî xelkê Rojhilatê Kurdistanê hene û piştre xelkê kurd li parçeyên din yên Kurdistanê û di dawiyê da jî azadîxwaz û demokratxwazên hemû dinyayê li Ewropa û Amrîkayê, ew yên ku dixwazin azadî û demokrasî di hemû dinyayê da belaw bibe û partiyên Rojhilatê jî bi qasî xwe pêwendiya wan bi layenên siyasî yên derve ra heye û dostî û piştgiriya wan jî tiştekî rewa ye ji ber ku ev tişt weke piştgiriya mafê gelan û azadî û demokrasiyê ye.

Ji bo vê proseyê li Ewropa û Amrîkayê xebata dîplomasî çawa dimeşe?

Me weke PDKÎ’yê hewl daye bi hemû layenên ku pêwendiya me bi wan ra heye û em dikarin xwe bigihînin wan va bicivin û em bi van ra rûnin ji wan ra bibêjin ku xebata kurdan niha di çi qonaxekê da ye, em çi dixwazin û komara islamî bi çi awayî xelkê serkut dike û zext û zora wan li ser gelê kurd heye û me hewl daye ku em wan ji xebata xwe haydar bikin.

BasNûçe