Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pêşmerge ji deverên hatine rizgarkirî venakişe
 
Pêşmerge ji deverên hatine rizgarkirî venakişe
2016-07-23 23:57
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Bergîriyê ya Iraqê da û got, ew ji navçeyên ku di dema borî de rizgar kirine, venakişin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye ku tenê ji bajarê Mûsilê dê vekişin, piştî ku ew ji destê DAIŞê bê rizgarkirin. Lê Pêşmerge ji navçeyên din yên ku ji berî du salan ve rizgar kirine venakişin.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê duh daxuyaniyek belav kir û tê de behsa hin xalên rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê kir.

Li gor daxuyaniya Wezarta Bergîriyê ya Iraqê, di rêkeftina di navbera Hewlêr û Washingtonê de hatiye ku hêza Pêşmerge û leşkerên din piştî rizgarkirina navçeyên ku di proseya leşkerî ya parêzgeha Neynewê de bidawî bibe, dê vekişin.

BasNûçe