Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Cihê şermê ye Kurd li civîna hevpeymaniya li dijî DAIŞê bêpar kirin
 
Cihê şermê ye Kurd li civîna hevpeymaniya li dijî DAIŞê bêpar kirin
2016-07-20 17:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rexne li Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li şerê li dijî DAIŞê de kir ku, Kurd ji civîna Hevpeymaniyê bê par kirine.

Derbarê vê yekê Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di malpera xwe ya taybet a Tiwîterê daxuyaniyek belav kirye, tê de wiha gotiye: "Cihê şermê ye ku, Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê, Kurd di civîna Waştintonê de, bê par kirine, ku me roleka pêşeng li şerê dijî DAIŞê heye."

Wezîrên Bergirî û Derve yê 46 welatên beşdar di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Waşingtonê bi armanca hemahingiya şerê li dijî DAIŞê dicivin.

K24