|
Eger pirsa Kurd çareser nebe, dê darbe bê kirin |
|
2016-07-20 16:56 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piraniya çavdêran dibêjin, heta ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê neçareserkirî bimîne, dê jiblî berdewamiya şer darbeyên leşkerî jî pêk bên.
Roja 15ê Tîrmehê hinek leşkerên payebilind û generalên nav artêşa Tirkiyê hewl dan rêveberiya sivîl hilbiweşîne û li şûna wê rêveberiya leşkerî rabigihîne.
Di encama hewla kodeteya leşkerî de 104 jê darbekar, 145 jî sivîl bi giştî 312 kesan canê xwe ji dest dan.Herwiha 1 hezar û 491 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din derdora 8 hezar leşker, polîs, dozger, dadwer û karmendên dewletê yên ku ketine nav hewla kodetayê hatine desteserkirin û ew hejmara bi derbasbûna demê re zêdetir dibe.
Li gor piraniya çavdêrên siyasî, heta li Tirkiyê pirsa Kurd neyê çareserkirin û demokrasî bi başî neyê cîbicîkirin, dê ev welata ji hewlên kodetayên leşkerî re vekirî bimîne.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê karvedanên kodetaya leşkerî ya ku hat pûçkirin, berdewam in. Careke din derket holê ku li welatek rêveberiya herî xirab a sivîl jî ji rêveberiya leşkerî çêtir e.
Parlamenterê pêştir ê Partiya Gel a Komarî (CHP) Bekir Gundogan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Ev cara çarem e ez dibim şahidê kodetayê. Rêveberiya herî xirab a sivîl jî ji kodetayê baştir e. Zerer û ziyana ku kodetayan li vî welatî xistine, ti rêveberiyeke sivîl lê nexistiye. Ji bo carek din kodeta çênebe, pêwîst e nasname û mafên gelên vî welatî bên naskirin."
Ji sala 2002yan ve Partiya Dad û Geşedan AK Partî deshilat e. Makeqanûna Tirkiyê ya niha ji kodeteya leşkerî ya sala 1980yî maye û ji hingê ve di meriyetê de ye.
AK Partiya ku 14 sal e deshilat e û hemû partiyên li parlamentoyê soza makeqanûneke nû dabûn dengderan, lê belê heta niha ev guhertin pêk nehatiye.
Serokê Şaxeya AK Partiyê li Dêrsimê Fatîh Tek ji Rûdawê re dibêje: "Darbekaran dîtin ku di 30yê Tebaxê de di Şêwra Leşkerî ya Bilind YAŞê de ji artêşê tên avêtin, lewma yekser biryara kodetayê dane. Ger makeqanûneke nû ya sivîl û azadîxwaz bê çêkirin, hingê zemîn û egera kodetayê namîne."
Li gor çavdêrên siyasî û siyasetmedaran li Tirkiyê heta ku ji kêşeyên bingehîn re çareyek neyê peydakirin, derî li ser kodetayan bi temamî nayê girtin.
Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Huseyin Tûnç jî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî
Huseyin Tunç wiha got:
"Li Tirkiyê hebûna kêşeya Kurdî, pêknehatina demokrasiyê, dijayetiya sekûlerîzmê, bi gişt rê li ber kodetayê xweş dikin. Heta ku rêveberiya Tirkiyê di polîtîkayên li dijî Kurdan de pêdagir be, dê ev welata ji kodetayan re vekirî be.”
Li gor amarên dawîn di encama hewla kodeteya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de 104 jê darbekar, 145 jê sivîl bi giştî 312 kesan canê xwe ji dest dan. Herwiha hezar 491 kes jî birîndar bûn. 2 hezar û 854 dozger û dadger, 112 general û mîralay bi giştî derdora 8 hezar leşkerên payebilind û karmendên dewletê hatin desteserkirin.
Rûdaw |
|
|