|
Donald Trump bi awayekî fermî bû namzedê komarparêzan |
|
2016-07-20 16:47 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Donald Trump bi awayekî fermî wekî namzedê Partiya Komarî bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê hat hilbijartin.
Navenda Nûçeyan — Di kongreya giştî ya Partiya Komarî de ji bo destinîşankirina namzedekê ji bo beşdarîkirinê di hevrikiyên hilbjartinên wî wlatî de, Donal Trump dengên pêwîst bi dest xizt û bi fermî bû namzetê komarparêzan.
Trump ragihand ku ew yek cihê şanaziyê ye ku ji bo namzedê serokatiya Amerîkayê hatiye destnîşankirin û ew ê wan kesên ku dengên xwe dane bêhêvî neke.
Kongreya giştî ya komarparêzan li wîlayeta Cleveland hat lidarxistin û gelek ji serkirdeyên komarparêzan tê de amade nebûn.
Tê gotin îşev Donald Trump dê bi gotarekê dest bi kampanyaya hilbijartina serokatiya Amerîkayê bike.
Sputnik |
|
|