Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Îran mezintirîn sponsorê komên terorîstî ye
 
Îran mezintirîn sponsorê komên terorîstî ye
2016-07-19 21:40
MediaKurd > info@mediakurd.com
Roja 14ê Tîrmehê salek li ser rêkeftina atomî ya di navbera Îranê welatên 5+1 de derbas bû. Lê alîkariya Îranê ya ji komên tundrew re dibe sedem ku ev rêkeftin careke din bê nirxandin.

Rêkeftina Atomî ya di navbera Îranê welatên 5+1 de di meha Çileya îsal kete ware pêkanînê. Berpirsên Amerîkî hişyarî dan û gotin ku heger Îran piştgirî û hevkariya terorîzmê bike dê baca wê jî bide. Lê ji dema îmzekirina rêkeftinê heta niha, helwesta Îranê ya ji bo alîkariya hin komên tundrew nehatiye guhertin.

Di meha Sibata îsal de Rêveberê Asayîşa Nîştîmanî ya Amerîkayê James Clapper ragihand: “Îran mezintirîn dewleta alîkarî dide terorîzmê û bi berdewamî hewl dide bi rêya Artêşa Qudis, Hizzbûllah û komên din ên tundrew krîza li navçeyê kûrtir bike. Li hemû cîhanê Îran û Hizbullah weke gefa terorê ne li ser Amerîka û hevpeymanên Washingtonê ne.”

Mehek piştê vê daxuyaniyê Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Joseph Votel amaje bi wê yekê kir ku piştî rêkeftina atomî destwerdana Îranê ya li ser navçeyê zêdetir bûye.

Piştgiriya Hemas û Hîzbullahê

Îran bi berdewamî piştgiriya koma cîhadî ya Îslamî li Filistînê û Hemasê dike ku ev herdu kom di nava lîsteya terorê ya Amerîkayê de ne.

Her çend, ji ber piştgirî nekirina Hemasê ji bo rejîma Sûriyê bibe sedema sarbûna pêwendiyên Îran û Hemasê jî, Îran bi berdewamî hevkariya vê komê dike.

Li gor raporaa Komîsyona Leşkerî ya Kongreya Amerîkayê, Îran bi niyete çekên nû û mûşekan bide Hemasê û wan tunelan jî çêbike ku di sala 2014ê de ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn hilweşandin.

Di sala 2015ê de jî Wezareta Derve ya Îranê daxuyandibû ku dijberiya Îsraîlê dê bibe beşê sereke yê siyaseta derve.

Bi tevê Hemasê, Îran alîkariyê dide komeke din ê Xezeyê ku navê wê komê El-Sabirîn e. Îran salane 10 milyon dolar dide vê komê.

Hizbûllah mezintirîn û bihêztirîn hevpeymanê Îranê yê li cîhanê ye. Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah meha borî bi eşkere ragihand ku pere û çekên wan ji Îranê tên.

Di meha Sibata îsal de Rêveberiya Hêzên Li Dijî Madeyên Hişbir ê Amerîkayê aşkere kir ku wan torekê sereke yê bazirganiya madeyên hişbiran peydakirine ku rêveberiya vê karê Hizbullah dike, salana çendîn milyon dolar dahata kirîna çekan bidest dixe. Bi vê dahatê jî alîkariya çekdarên Hizbûllah ên li Sûriyê tê kirin.

Îran û Welatên Kendavê

Di rapora sala 2015ê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de Îran weke “sponsorê sereke yê terorê” tê binavkirin.

Di vê raporê de tê gotin ku Tahran çek, pere û rahênana leşkerî dide çekdarên Bahreynî. Di dawiya sala 2015ê de dezgehên ewlekariya Bahreynê 47 kes girtin ku pêwendiya wan li gel Artêşa Pasarên Îranê hebûye.

Di Îlona 2015ê de jî hêzên ewlekariya Kuweytê 26 kes bi tometa pêwendiyên li gel îstîxbarata Îranê girtin ku hemû jî xelkê vî welatî bûn û hejmarek zêde yê çekan di mala xwe de veşartibûn.

Ji bilî vê yekê Erebîstana Siûdî herdem Îranê bi sorkirina Şîeyên welatê xwe tometbar dike û diyar dike ku Îran çek û teqemeniyan ji bo Hussiyên Yemenê dişîne û hewl dide bi rêya wan ewlekariya Erebîstanê têkbidin.

Li aliyên din ên cîhanê

Di meha Gulana îsal de firokeyên bê mirov ên Amerîkî di êrîşekê de Serokê Talîbanan Mela Exter Mihemed Mensûr kuştin. Di vê bûyerê de tişta balkêş ew bû ku Mensûr piştî serdana xwe ya Îranê, di vegerqa Pakîstanê de hatibû kuştin. Govara Ferin Polis di raporekê de got ku ev serdan jî nîşan dide ku Îran alîkariya Talîbanan dike.

Beriya wê demekê hêzên ewlekariya Kenyayê 2 kesên Îranî girtin û daxuyandin ku ev herdu kes ji aliyê Artêşa Pardaran ve hatine şandin û van kesan hewldaye li paytext Nairobî li dijî navendên Îsraîlê êrîşan bikin.

Di Nîsana îsal de, Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê Jack Lew Îran weke mezintirîn finansorê terorê binav kir û diyar kir ku pêwendiya Îranê ya li gel komên terrorist zêdetir derfet dide ku karê hilberîna çekên kîmyewî yên vî welatî bên jinavbirin. Lew diyar kiribû ku yekbûna çekên kîmyewî û komên terorîstî gumana hêzên ewlekariya neteweyî zêdetir dike.

Serokê Amerîkayê Obama jî Camp Davidsê welatên Kendavê piştrastkiribû ku wê her hewlekê Îranê de ev welat li gor normên navneteweyî bacê bide.

Lê Berpirsê bilind ê Wezareta Gencîne yê Amerîkayê Adam Zubin jî dibêje ku, eşkere û ron e ku, piştî rêkeftina li Viyanayê, piştgiriya Îranê ya ji van koman re zêdetir bûye.

Zubin dibêje, salek li ser rêkeftinê re derbas bû, ev jî derfetek baş e ji Amerîkayê re da ku vê rêkeftin3e careke din binirxîne.

Rûdaw