Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tiştin nelirê û bêpîvan in
 
Tiştin nelirê û bêpîvan in
2016-07-19 21:33
MediaKurd > info@mediakurd.com

Balyozê Amerîkayê ya li Tirkiyayê John Bass pirsên televîzyona CNN Turkê bersivand. Bass, destnîşan kir ku Amerîka beriya teşebusa derbeya leşkerî û şeva derbeyê ji vî yekê haydar nebûye.

Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Baxçelî

Navenda Nûçeyan — Bass, îdiayên Gernîndeyê Weşana rojnameya Yeni Şafakê Îbrahim Karagul ku gotibû Amerîka xwest Erdogan bikujê jî wiha bersivand: ‘Gelek girêj û bêpîvane me piştgiriyê nedaye û ev îdia jî nayên qebulkirin."

Hande Firat: Hûn sûcdar kirina derbeyê de çi dibêjin?

Hefeta borî kesên ku travmaya bûyerê dijîn sere wan saxbî. Em wek dost û hevalbendê Tirkiyayê ji vî bûyerê gelek xemgînin. Em şîna gelê Tirkiyayê parve dikin. Hikûmeta Amerîkayê ne berî teşebusê ne jî dema teşebusê ji derbeyê haydar nebû.

Hande Firat: Îdiayên ku dixwastin Erdogan bikujin

‘Gelek girêj û bêpîvane me piştgiriyê nedaye û ev îdia jî nayên qebulkirin.

‘JI BO ÎADE KIRINA FETULLAH GULEN: DIVÊ DI ÇERÇOVEYA HIQÛQÊ DE BE"

Me nûçeyên derbarê îade kirina Gulen da dît, ez hêvîdarim ku delîlên baweriya me lê bê pêşkeş bikin. Li ser pirsa çima evqas dirêj bû jî, me ji Tirkiyayê delîlên ku zagonan binpê dike hêvî dikir, lê heta niha tiştek wiha pêşkeşî me nehatiye kirin.

Sputnik