Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : NY wê alîkariya referandûma Herêma Kurdistanê bike
 
NY wê alîkariya referandûma Herêma Kurdistanê bike
2016-07-18 18:44
MediaKurd > info@mediakurd.com
Netewên Yekbûyî (NY) biryar da wekî ku alîkarî pêşkeşî welatên serbixwe yên cîhanê kiriye, bi heman awayî alîkariya komîsyona bilind a helbijartin û rapirsî ango referandoma Herêma Kurdistanê bike.

Gor nûçeya ji BasNewsê, Serokê komîsyona bilind a hilbijartin û rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Hendên Mihemed îro rahigand ku: ‘’NY biryar dane ku alîkariya lojîstîk û şêwirmendî ya di ware hilbijartinê de pêşkeş bikin. Hem bi armanca dariştina peykerê bandora di nav desteya serbixwe ya hilbijartin û rapirsiyê li Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo bi armanca pêkanîna hilbijartin û rapirsiyê li Kurdistanê nêrîn bidin û alîkariyê pêşkêş bikin û sîstema alîkariyê ya pêşkêşî welatên serxwebûna xwe pêkanîne wê pêşkêşî Herêma Kurdistanê jî bikin.’’

Herwiha got ku: ‘’Komîsyona bilind a hilbijartin û rapirsiyê xwedî hemû desthilatekî yasayî ye, ku referandûmê pêkbîne û em dikarin wek karê yekem jî karê referandûmê û erkê vê bidin serxwe, lê heta naha bi fermî em nehatine agahdar kirin.’’

Derbarê damezrandina 500 fermanberên di komîsyona bilind a hilbijartin û rapirsiya Kurdistanê bêne bicîh kirin jî got: ‘’Pêwîstî bi demê heye. Me heta naha nekariyê tiştên pêwîst pêkbînin. Lê komîsyon karên xwe bi rêya fermanberên xwe ve cih bi cîh dike.’’

BasNûçe