Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hikûmeta Kurdistanê bersiva fermandarê Îranê da
 
Hikûmeta Kurdistanê bersiva fermandarê Îranê da
2016-07-18 18:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (RHK)bersiva gef û tehdîdên berpirsê Dezgeha Parastina Berjewendiyên Îranê û fermandarê berê yê pasdaran Muhsin Rizayî da.

RHK’ê, di daxuyaniyeke nivîskî de, besiva fermandarê berê yê pasdarên Îranê Muhsin Rizayî da ku ji ber şerê vê dawiyê yê pasdaran û hêzên Rojhilatt, gef li Herêma Kurdistanê xwaribû.

Di daxuyaniya Hikûmeta RHK’ê de tê gotin ku “tevahiya agahî û şiroveyên Muhsin Rizayî li ser rewşa sînor û wan bûyerên ku vê dawiyê qewimîne, xelet û bêbingeh in.”

Hikûmeta RHK’ê her wiha da zanîn ku komîteyek hevbeş a ewlehiyê di navbera Kurdistan û Îranê de heye, eger kêşeyek hebe ji aliyê wê komîteyê ve tê çareserkirin. Eger belgeyek li ser rastiya gotinên Muhsin Rizayî hebe, bila komîteya hevbeş li dû biçe.

Di dawiyê de hikûmetê diyar kiriye ku asayiş û aramiya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê girîng e lê divê mirov bixwe jî sebeba kêşeyan bibîne û hewla çareserkirina wan bide, Herêma Kurdistanê alîgirê kûrbûna dostanî û peywendiyên her du aliyan e.

Muhsin Rizayî, gef li Herêma Kurdistanê xwaribû û ragihandibû, eger Barzanî pêşiya êrişên hêzên Rojhilat negre, ew dê êrişî navendên hêzên Rojhilat yên li Başûr bikin, gunehê wê yekê jî dikeve stûyê Barzanî.

BasNûçe