|
Îran gef li Barzanî xwar: Emê operasyonên qirkirinê bidin destpêkirin |
|
2016-07-18 18:38 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berpirsê Dezgeha Parastina Berjewendiyên Îranê û fermandarê berê yê pasdaran Muhsin Rizaî gef li Herêma Kurdistanê xwar û got ger pêşî li çalakiyên pêşmergeyan neyên girtin, wê Îran li dijî pêşmergeyan operasyonên qirkirinê bide destpêkirin. Li ser vê yekê Herêma Kurdistanê jî bersiva Rizaî da û eşkere kir ku îdiayên wî bêsparte ne.
"Îran û Tirkiye dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe" Navenda nûçeyan — Rizayî beşdar bernameya televîzyona fermî ya Îranê IRINN bû derbarê hewldana derbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê û pevçûnên di navbera pêşmergeyên rojhilat û pasdarên Îranê de daxuyaniyên girîng da.
‘HEWLDANA DERBEYÊ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ YÊN ERDOGAN IN"
Rizayî da zanîn ku Tirkiye welatên derbeyan e lewra her ji 11 salan carekê derbeyeke leşkerî pêk tê. Rizayî hewldana derbeya leşkerî wekî encamê polîtîkayên şaş yê Erdogan binav kir û got hikumeta tirk di navbera sîstema layikî û Îslamê de maye sedem vê yekê jî li Tirkiyeyê gengeşiyên mezin diqewimin.
Li gorî Muhsîn Rizayî Erdogan ne xwedî hezeke mezin e ku vê paradoksê çareser bike û diyar kir ku derbeyên bi vî şiklî yên li Tirkiyeyê dê berdewam bikin.
‘BILA EREBÎSTANA SIÛDÎ BEHNA ME TENG NEKE"
Rizaî li ser şerê dawî yên di navbera Pasdarên Îranê û Pêşmergeyên Rojhilat de jî daxuyanî da û got: ‘Erebîstana Siûdî û hin partiyên Kurdistanê Pêşmeregeyên Rojhilat li me sor dikin. Em dibînin ku pêşmergeyan nêzî sînorê Îranê kamp ava kirine.
Rizayî di dewamiya axaftina xwe de gef li Erebîstanê xwar û destnîşan kir ku bila Erebîstan behna me teng neke, lewra dema ku mirov tiliya xwe di qûla moza xwe dê moz bi mirov vede.
GEF LI BARZANÎ JÎ XWAR
Rizayî gef li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî xwar û eşkere kir ku dema Barzanî pêşî li çalakiyên pêşmergeyên rojhilat negre, wê Îran dest bi operasyonên qirkirinê bike.
HIKUMETA KURDISTAN: DAXUYANIYÊN RIZAÎ NE RAST IN
Li ser gef û gotinên Rizaî Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku daxuyaniyên Rizaî yên di derbarê bûyerên ku li ser sînorê Îranê diqewimin ne rast in.
Di daxuyaniyê de behsa komîteya ewlehiya hevpar ya Îran û Herêma Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku dema ku pirsgirêkek ewlehiyê hebe divê komite wê pirsgirêkê çareser bike.
Hate ragihandin ku ger di destê Rizaî de derbarê tiştê ku îdia dike delîl û belge hebe bila pêşkêşî komîteya ewlehiya hevpar bike da ku komite li ser wan lêkolînan bike.
Di daxuyaniyê de hate amajekirin ku Kurdistan dilxwazê dostanî û çareseriyê ye û bo vê yekê çi divê wê bike.
Sputnik |
|
|