|
Kêlî bi kêlî hewldana derbeya leşkerî ya li Tirkiyê |
|
2016-07-16 20:12 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li Tirkiyê duh bi şev komek ji fermandarên artêşê ragihandin ku dest danîne ser rêveberiya welat. Piştî vê daxuyaniyê aloziyan serhilda û heta danê sibê jî berdewam kir.
Ev e kêlî bi kêlî çîroka hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê
15ê Tîrmehê 2016
Seet 21.15, Hewldana derbeyê, hemû rêyên pirên Stenbolê ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.
21.30 : Li Stenbol û Enqerê tevgera leşkerî zêdebû. Li Enqerê firokeyên şer li ser avahiyên hikûmetê re nizim firîn.
21.50 : Piştî girtina rêyên pirên Stenbolê, firokeyên şer ên F-16 ji Enqere û Eskîşehîrê bilidn bûn û hate ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dest danîne ser rêveberiyê.
22.00: Li Enqerê dengê çekan hate bîhîstin. Firokeyên şer li ser Parlamento û avahiya Sererkaniyê re nizim firyan.
22.01: Leşker bi tang û çekên giran daketin kolanên Stenbolê.
22.15: Rêyên avahiya Sererkaniyê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.
22.25: Li Enqerê derdora qada Kizilayê hate valakirin. Ji hikûmetê ferman jib o Polîs û Hêzên Çevîk hat ku ji bo şer amade bin.
22.30: Avahiya MİTê ji aliyê helîkopterên skorksy hate bombebaran kirin.
22.58: Leşker ketin avahiya TRT Radyo ya Stenbolê û rêyên kolanan girtin.
23.07: Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim daxuyand ku li hewldaneke darbeyê heye û ew dê destûr nedin vê yekê.
23.50: Leşkerên darbekar ketin avahiya kanala dewletê TRTê û bi navê Konseya li Welat Aştî ragihandin ku dest danîne ser rêveberiya welat.
23:56: Leşkeran dest danîne ser Firokexaneya Atatûrk û rabûna firokeyan qedexe kirin.
Roja 16ê Tîrmehê 2016
Seet 00:03: Hikûmetê ferman da ku li hemû bajaran polîs û hêzên ewlekariyê bên ser kar.
00.37: Serokomarê Tirkiyê bi rêya înternetê li gel kanalên televîzyonê axivî û bang li gel kir ku dakevin qadan.
00:40: Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê derbarê hewldana darbeyê de lêpirsîn da destpêkirin.
00:45: Di serî de li Stenbol û Enqerê, li gelek bajaran xwepêşandana xelkê destpê kir.
00.48: Pevçûnan destpê kir. Firokeyan li avahiya giştî ya Asayîşa Enqerê bombebaran kirin.
00.50: Li ser pira Stenbolê leşkeran gule berdane ser xwepêşanderan û 2 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
01.00: Hatin û çûna Parlamentoyê hate girtin û cara duwem firokeyan li avahiya Asayîşa Giştî ya Enqerê bombebaran kirin. Leşkeran jib o ragirtina weşanên televizyonan hewldan avahiya Turksatê kontrol bikin.
01.28: Fermandarê Hêzên Deryayî yê Tirkiyê daxuyand ku ew li dijî vê derbeyê ne.
01.30: Firokeyên şer bombe avêtin Qesra Serokomariyê.
01:40: Li avahiya Sererkaniyê pevçûnan destpê kir. Fermandarê Hêzên Taybet Zekai Aksakalli daxuyand ku kesên hewla derbeyê didin komek in di nav artêşê de û ne hemû artêş e.
01:58: Li dijî Serokatiya Daireya Hêzên Teybet a Golbaşiyê êrîşa çekdarî pêk hat û 17 polîs hatin kuştin.
02.00: Li hinek taxên Stenbolê polîsan û hêzên ewlekariyê, leşkerên derbekar binçavkirin û dest danbîne ser çekên wan.
02:18: Rêveberiya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê hikûmeta ku bi dengên gel hatiye hilbijartin, were parastin.
02.25: Li Baregaha Harbiyeyê di navbera polîs û leşkeran de pevçûnan rûda.
02:30: Şêwirmendê Ragihandina MİTê Nuh Yilmaz ragihand ku hewldana derbeyê hatiye pûçkirin.
02:39: Li nav avahiya Parlamentoya Tirkiyê bombe teqiya
02.42: Li Parlamentoya Tirkiyê teqîna duwem pêkhat.
02.42: Waliyê Stenbolê ragihand ku hêzên ewlekariyê li dijî darbekaran dest bi tevgerê kirine.
02.49: Hate ragihandin ku Sererkanê Tirkiyê Hulusi Akar ji dest darbekaran hatiye rizgarkirin.
03.03: Serdozgeriya Komarê yê Bakirkoyê ragihand ku 2 efser û 7 leşker bi tevê 3 tangan hatine girtin.
03.22: Parlamentoya Tirkiyê carek din hate bombebarankirin.
03:29: Komek leşkeran ketine avahiha Dogan Medya Center û weşanên CNN û NTV ragirtin.
03.54: Reutersê ragihand ku firokexaneya Ataturk ji aliyê firokeyan ve hate bombebarankirin.
04.34: Serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku 120 leşker û fermandarên ku hewla darbeyê dane hatine girtin.
04.52: Leşkeran weşana Digiturkê ragirtin.
04.58: Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini derbarê geşedanên li Tirkiyê civînek lezgîn pêk anî.
05.40: Leşkeran li ber pira Bogaziçi ya Stenbolê li dijî xwepêşanderan top bikaranî gelek kes birîndar bûn.
05.45: Leşkerên li Radyoya TRT ya Stenbolê xwe radestê polîsan kirin.
06.01: Li Stenbolê rêyên deryayî ji hatinûçûnê re hatin girtin.
06.03: Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bang li parlamentaran kir ku bi awayek lezgîn bicivin.
06.20: Sekreterê Giştî y3e Neteweyên Yekgirtî (NY) Ban Ki-Moon got ku ew dixwazin fam bikin ka li Tirkiyê çi dibe.
06.23: Qesra Serokomariyê carek din ji aliyê firokeyan ve hate bombebarankirin.
06.28: Li Firokexaneya Atatûrk leşkerên darbekar ji aliyê Hêzên Taybet ên Tirkiyê ve hatine girtin.
06.35: Fermandarê Garnîzona MÊrsînê General Nejat Atilla Demirhan hate binçavkirin.
06.40: Leşkerên li ser pira Bogaziçi xwe radestê polîsan kirin.
06.50: Fermandarê Artêşa Yekemîn Ûmît Dundar bi wekalet bû sereraknê nû.
07.07: Wezîrê Dadê Bekir Bozdag ragihand ku derbarê darbeyê de 336 kes hatine girtin.
07.15: Leşkerên darbekar ji bajarê Tekirdagê 15 tang şandine Stenbolê.
07.21: Li ser malpera Sererkaniya Tirkiyê, hate ragihandin ku Tevgera li Welat Aştî berdewam dike.
07.22: Derdora Qesra Serokomariyê hate bombebarankirin û 5 kes mirin.
07.24: Li Fermandariya Artêşa Duwem a Meletiyê pevçûnan destpê kir.
07.51: Wezareta Navxwe ragihand ku 5 general û 29 efserên dest bi vê tevgerê kirine, ji kar hatine dûrxistin.
Rûdaw |
|
|