Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Barzanî: Îradeya gel bi serket
 
Barzanî: Îradeya gel bi serket
2016-07-16 20:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê têkçûna kûdeteya li Tirkiyê de peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de, bi sedema serkeftina rewabûnê bi ser kûdeteya gruba leşkerî ya bo destgirtinê bi ser desthilatê re, pîrozbahî li serokkomar û serokwezîr û gelê Tirkiyê kir û keyfxwaşiya xwe ya serkeftina îradeya gel a ser bi hewlên kûdetakaran ragehand.

Peyama Serokwezîrê herêma Kurdistanê wiha ye:

Xweşhalîn bi serkevtina îradeya gelê Tirkiyê bi ser hewla gruba leşkerî ya dij bi rewabûnê ye û îrade ya gel e û em di wê baweriyê de ne şikestxwarina wê hewlê, desthilat, hikumet û îrade ya gelê Tirkiyê bi hêztir dike û herweha rê ya kudeta ya leşkerî li Tirkiyê wê dayêxe.

Bi vê helkevtê pîrozbahiyê li rêzdaran, serokkomar Receb Teyîb Erdogan, û serok werzîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û hemû alîyan û gelê Tirkiyê dikîn ku bi hev re şikest bi vê hewlê anîn.

Yekdengiya aliyan û kesayetiyên Tirkiyê karî rewabûna desthilatê û Tirkiyê û deverê ji alozîyeka mezin biparêzin. Gelê Tirkiyê bi xwîn û qehremaniyê rewabûn li Tirkiyê parast. Em di wê baweriyê de ne ev nimûneyek nû û mezine di hoşyariya gelê Tirkiyê de. Herweha ev hişyariya gelan, devera me ber bi aramiyê û diyalog û jinavbirina têrorê û aloziyê dê bibe.

(K.B)

BasNûçe