Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bîlançoya teşebusa derbeya leşkerî: 161 mirî hezar 440 kes jî birîndar
 
Bîlançoya teşebusa derbeya leşkerî: 161 mirî hezar 440 kes jî birîndar
2016-07-16 19:36
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hate ragihandin ku di bûyerên teşebbusa derbeya leşkeri de li girştiyê Tirkiyayê 161 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 440 kes jî birîndar bûn û 2 hezar û 839 leşker jî hatin desteserkirin.

16: 26 Kerry: Tirkiya ji bo îadeya Fetullah Gulen serî li Amerîkayê nedaye

Wezîrê Karên Derveyê ya Amerîkayê John Kerry ragihand ku Tirkiya ji bo îadeya Gulen serî li wezaretê nedaye. Herwiha Kerry eşkere kir ku ji bo alîkariya lêpirsîna teşebusa derbeyê amadene.

16: 21 Amerîka firînên Tirkiyayê du alî da sekinandin

Li gorî daxuyaniya ku ji Balyozxaneya Amerîkayê ve hate dayîn de ‘Saziya Hewayî ya Sivîl yê Amerîkayê firînên xwe yên bajarê Stenbol û Enqereyê firînên balafiran du alî betal kir." Balafirên ji Tirkiyayê rasterast ango veguhez ketina Amerîkayê qedexe kir.

15: 26 Rûsya ji bo firînên ya Tirkiyayê qedexeya bihurbar anît

Wezareta Ragihandinê ya Rûsyayê şîrketên rê hewayên Rûsyayê ji bo firînên Tirkiyayê qedexeya bihurbar ragihandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji wezaretê hate dayîn de ‘Li ser fermana Serokê Dewleta Rûsyayê firînên Rûsyayê ya ji bo Tirkiyayê bi ewayek bihurbar hate sekinandin.

15: 22 Li Fermandariya Leşkeriya Amedê ji 100î zêdetir kes hatin desteserkirin

Di çerçoveya teşebusa leşkeri li Amedê li Fermandariya Jetan ya 8mîn 2 general, dozgerên leşkeri û dadwer jî di nav de nêzî 100 leşker û personel hatin desteserkirin.

Sputnik