|
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa terorîstiya Fransa şermezar kir |
|
2016-07-15 18:46 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa terorîstiya Fransa şermezar dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrişa terorîstiya Frensa şermezar dike û piştîvaniya xwe ji bo gel û Hikûmeta Fransa nîşanda:
Têksta peyam hikûmetê:
Gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermeazar dikîn ku derengiya şeva borî, gelek welatiyên sivîl li bajarê Nice li Başûrê Fransa kire aramce, li demekê ku ji bo roja niştîmanî ya Fransa civiya bûn. Hevxemî û hevsoziya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel kes û karên qurbaniyan, gel û rêveberiya Fransa xuya dikîn û bi hemû awayakê piştîvaniya wan in.
Vê êrişa terorîstê careka din nîşnada ku civaka navdewletî li pêşberî metrisî û erkekê mezin daye ji bo berhingarbûn û nehêlan û ji nav birina terorê, ku li her dem û li her cihekê bikare destê reşê xwe diveşîne.
Dubar rûdana kiryarên terorîstî li Fransa û welatên cîhanê, careka din vê rastiyê nîşan dide ku divê civaka navdewletî alîkarî û hemahengî û hewlên xwe zêdetir bike, ji bo vê yekê bikare bi ser terorê bi ser bikeve û cîhan û mirovahî ji metirsiyên terror û terorîstan biparêze.
Dubare behî û sersaxiya kes û karên qurbaniyan û gel û rayedarên Fransa dikîn û hev xem û piştîvanê wan in.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
15-7-2016
KRG |
|
|