Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Du partî bûne yek
 
Du partî bûne yek
2016-07-15 18:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
Skreterê Giştî yê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz, bi tevê hemû endam û rêxistinbên xwe beşdarê YNKê bû.

Desteya Serkirdetiya Partiya Ayendeya Kurdistanê li Silêmaniyê civîna xwe saz kir û biryar dan ku bi Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) re bibin yek.

Hêjayê gotinê ye ku roja 14ê Tîrmehê Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir li Silêmaniyê li gel Sekreterê Giştî yê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz re civiya bû.

Partiya Ayendeya Kurdistanê ku ji aliyê sekreterê giştî Qadir Ezîz vet ê birêvebirin, pêştir bi navê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê karê siyasî dikir.

Di dawiya sala 2009ê de ji ber nakokiyên navxwe partî bû du bask û doz çû ber dadgehê. Dadgehê biryar da ku navê “Zehmetkêşan” bide basê mûxalîfên Qadir Ezîz ku pêşengiya baskê din Belên Ebdullah û Seîd Xalid dikir.

Qadir Ezîz di sala 2012ê de Partiya Ayende ragihand. Ti parlamenterek ji vê partiyê di Parlamena Kurdistanê de nîne. Herwiha li hikûmetê de jî ne xwedan erk e.

Rûdaw