|
Kurdistanê êrîşa Fransayê şermezar kir |
|
2016-07-15 18:37 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Herêma Kurdistanê êrîşa terorî ya li bajarê Niceyê yê Fransayê ku bûbû sedema mirina 84 kesan û ji aliyê gelek serok û dewletên cîhanê ve hatibû şermezarkirin, bi tundî şermezar kir.
Duh bi şev li bajarê Niceyê yê Fransayê di encama êrîşekê bixwîn de 84 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 120 kesî jî birîndar bûn. Serokên cîhanê bi peyamên cuda piştgiriya xwe bo hikûmeta Fransa anî ziman.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi peyamekê êrîşa terorîstî ya li bajarê Niceyê yê Fransayê şermezar kir û diyar kir ku, bi vê êrîşa terorîstî careke din selmand ku erkeke mezin dikeve ser milên civata navdewletî.
Ji aliyekî din ve, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe de êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand: "Hevxemî û hevsoziya xwe ji bo gel û hikûmeta Fransayê tînin ziman û bi hemû awayê piştevanê wan in."Herwiha Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: "Dubarebûna êrîşên bi vî awayî li Fransa û welatên din ên cîhanê, careke din vê rastiyê eşkere dike ku ji bo jinavbirina terorê divê civaka navdewletî hevkarî, hemahengî û hewlên xwe zêdetir bike da ku cîhanê û mirovahiyê ji metirsiya terorê biparêze."
Li Herêma Kurdistanê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, li ser navnîşanên xwe yên Twîtterê êrîş şermezar kirin û peyama hevxemiyê şandin ji bo gelê Fransayê.
Sputnik |
|
|