|
Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke |
|
2016-07-15 18:34 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrsînê, beşdarî bernameya Ayşegul Doganê bû û got, “peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, dê rê li ber pêkhateyeke nû veke”.
Navenda Nûçeyan — Dengir Mîr Mehmet Firat derbarê peymana ku di navbera Kurdistan û Amerîkayê de axivî û got, "Ew peymana leşkerî ya ku di navbera Başûrê Kurdistanê, Barzanî, PDK û Wezîra Parastina Amerîkayê de hati îmzekirin û rê li Helgurd Hikmet
ber beşdarbûna pêşmergeyan di operasyonê Mûsilê de veke ku Amerîka dê pêdiviyên wan ên madî ji aliyê Amerîkayê ve bên dabînkirin, dê bi awayekî ji awayan bandorê li Rojavayê jî bike".
Parlemmenterê HDPê axiftina xwe wiha dewam kir: "Peerwerdekirina pêşmergeyan û dewlemeniya wan di çekan de, dê bandorê li Rojavayê bike û rê li ber pêkhateyeke nû li Rojavayê veke".
Herwiha Firatî derbarê daxwaza Tirkiyeyê de ku bibe hêzeke herêmî de wiha got, "Eger Tirkiye bixwaze bibe hêz li Rojhilata Navîn, pêwîst e ku kurdan bikişîne aliyê xwe ne li himberî wan bisekine".
Sputnik |
|
|