Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : NoComment: Panorama nûçeyan ji sala 2009
 
NoComment: Panorama nûçeyan ji sala 2009
2016-10-14 00:10
MediaKurd > info@mediakurd.com
NoComment: Panorama Nûçeyan- 2009

13.01.2009

GEO dosyayek li ser Kurdistana Mezin weşand



Kovara GEO di hejmara xwe ya dawîn de raporek dûdirêj li ser Kurdistan mezin weşand. Dosya di bin navê “Li Rojhilata Navîn ber bi Kurdistaneke mezin ve” hat weşandin. Di GEO’yê de hat diyarkirin ku xewna Kurdistana mezin her dem zindî ye û dijî.
Kovarê diyar kir ku Kurdan di binê dagirkeriya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de bê navber têkoşîna azadiyê meşandine. Kovarê di vê çarçoveyê de cih da gotarên balkêş, xerîte û wêneyên watedar jî.
Di dosyayê de tê gotin ku li çar parçeyên Kurdistanê 30 milyon Kurd dijîn û li her çar parçeyan jî Kurd têkoşîna azadiyê didin. Daxwaza wan a siyasî jî ew e ku rojekê Kurdistanek azad a hevgirtî bê damezrandin.


12.01.2009


Barzanî: Kurd karin dewletek serbixwe ava bikin



Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji rojnama Los Angeles Times re behsa rewşa Iraq û Kurdistanê kir û dîtinên xwe anîn zimên. Barzanî eşkere kir ku ew li dijî helwesta Serokwezîr Nûrî El Malikî ye. Wek tê zanîn, Nûrî Malikî di nav helwestek xerab de ye û dixwaze destkeftîyên Kurdan ji destê wan derêxe.

Barzanî bi berdewamî dîtinên xwe anîn zimên û got ku, „Reaksîyon û nerazîbûna Kurdan li dijî Malikî zêde bûye û Kurd dîktatorîya Iraqê naxwazin“.


Barzanî herweha got:“Kurd, li Rojhilata Navîn di nav çar welatan de hatine parvekirin û demek dirêj e ku ji bo Kurdistanek serbixwe şer dikin.”

Barzanî di dawîya gotinên xwe de got:“Piştî Sedam Husên, Serokwezîrê Iraqê hewil dide ku rewşa Iraq û destûra bingehîn ya Iraqê biguherîne. Di rewşek weha de, wê Kurd jî welatekî serbixwe ava bikin“.


Serokê Ensar El Sunne hat girtin



Li gora daxuyanîya Berdevkê Artêşa Iraqê Qasim Etta, serokê rêxistina terorîst Ensar El Sunne Tair Tabit El Samarray li Bexdayê hat girtin.

Ensar El sunne, li Kurdistanê çend êrîşên terorîstî kiribûn û di encamê de bi dehan Kurd hatibûn şehîdkirin.
Bi girtina Tair Tabit El Samarray, tê hêvîkirin rêxistina Ensar El Sunne ji taqat bikeve.


Prof. Yalçin Kuçuk jî hat girtin



Rojeva Tirkiyê bi çeteya Ergenekonê serûbinê hev bû. Di operasyona vê dawîyê de gellek çek û sîlehên Ergenekonê hatin girtin û pê re general, profesor, perwerdêr, polîs û efser jî hatin binçavkirin.

Balkêş e ku di nav van girtîyan de kesên wek Prof. Yalçin Kuçuk jî ji ber sedema endametîya Ergenekonê hatin girtin. Yalçin Kuçuk bi salan di Med TV de wek şêwirmendekî kar kir û dostê serokê PKK Abdullah Ocalan bû.

Di vir de dixuye ku çeteya Ergenekonê zilam û sîxurên xwe xistine nav rêxistin û partîyên Kurdan jî û bi rêya van sîxuran dixwazin tevgera azadîya Kurd ji hev tar û mar bikin.


Obama wê ji bo aştîya Rojhilata Navîn bixebite



Serokdewletê Amerîka Barack Obama, di 20ê vê mehê de dest bi kar û barê xwe dike û ji niha de xwe li Qesra Spî germ kir. Obama, di derbarê şerê Israîl û Filistînîyan de cara yekem axivî û got ku ewê rojek berî rojekê hewl bide ku aştîyê bîne Rojhilata Navîn û êrîşên ser Gazzeyê rawestîne.
Barack Obama, kuştina kesên sivîl wek „êşa dil“ binav kir û got ku ewê bi biryar li ser bûyerên herêmê bisekine.
Obama herweha di derbarê Îranê de jî axivî û got ku, ewê di gotin û helwestên xwe de rêzê ji Îranê û gelê Îranê re bigrin û pirsgirêkên heyî bi awayekî vekirî ji rayedarên wan re bêjin.
Obama got ku „wê Îran bibe yek ji mezintirîn pirsgirêka me“ û nerazîbûna xwe ya li dijî alîkarîya Îranê ya jibo Hizbûllahê diyar kir


11.01.2009

Partîya Faşîst xwedî li Ergenekonê derneket



Çeteya Ergenekon a dewletê ji alî gellek dem û dezgehên Tirkiyê ve tê nîqaşkirin. Çi ecêbe ku bi piranî çep, kominîst û Kemalîst xwedî li Ergenekonê derdikevin. Di şûna ku partîya faşîsta Tirk MHP xwedî li Ergenekonê derketa, di şûna wê de çep û kominîstên Tirkiyê Ergenekonê diparêzin.
Serokê MHP Dewlet Bahçelî, di civîna partîya xwe de gotin anî ser Ergenekonê û got:“Heger hûn dixwazin ji hikûmeta Erdogan xelas bibin, çareserîyê di hilbijartinan de bibînin. Êdî divê rêya desthilatdarîyê di darê zorê de neyê dîtin“ û helwesta Ergenekonê rexne kir.
Lê ciyê daxê ye ku sosyalîst û kominîstên Tirk bi navê çepîtîyê xwedî li çeteya Ergenekonê derdikevin û dibin parêzerê vê çeteya ku destê wê di xwîna bi hezaran Kurd de heye.

Rapora Çar Partiyên Kurdistanî



Çar oartîyên başûrê Kurdistanê (Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê) ji raya giştî ya Kurdistanê re, li ser rewşa Herêma Kurdistanê raporek pêşkeş kirin.
Di raporê de behsa hin mijarên cuda cuda ên wek sîstema aboriya Herêma Kurdistanê, arîşeyên navbera hikûmeta Herêmê, hikûmeta navendî û çawaniya çalakkirina damezraweyên hikûmeta Herêmê. hat kirin.

Her çar partîyên Kurdistanî, di raporê de xwestin ku ew arêşeyên di raporê de hatine behskirin, ji holê rabin da ku kar û barên baştir li Kurdistanê bi rêve biçin.


Leyla Zana xelat girt



Siyasetmedera Kurd Leyla Zana ji alî Komela Mafê Mirovan (IHD) a şaxê Amedê ve hat xelatkirin.
Serokê IHD-ê yê Amedê Muharrem Erbey got ku wan vev xelat ji ber hewldanên Zana yên ji bo mafê mirovan dane û herweha Zana di sala 1988an de yek ji damezrênera komelê bû.
Leyla Zana di dema merasîmê de axavî û li ser TRT6ê dîtinên xwe anîn zimên. Zana got ku, TRT şeş ne ya Kurdan lê ya kesên ku asîmîle bûne ye. Zana bi berdewamî got ku "Dema ji her derê bîhna xwînê tê, dema em di xewnên xwe de mirinê dibînin û dema qîrîna zarokan tê bihîstin, ez nizam wê çiqas rast be ku mirov vê xelatê bigre. Ji bo TRT6ê divê ne kêfa me bê ne jî em xemgîn bin. Ji ber ku ev televîzyon ji bo me venebû. Dibêjin 15-16 milyon Kurd hene. Ji van 5 milyon asîmîle bûne. Ew jî nikarin bi zimanê xwe bipeyivin. Dewlet deynê xwe dide wan. Dewletê ev qanal ji bo kesên ku asîmîle kir vekir. Me pêwîstî bi televîzyona wan tune. Gelek televîzyonên me hene. Ev kes bi daxwaza xwe asîmîle nebûne. Ew ji perçeyek ji vî gelî ne. Îro dewlet tenê fazîa deynê xwe dide Kurdan".
Zana di dawîya axavtina xwe de got ku ewê tucarî terka erd û axa xwe neke û ewê li ser axa xwe bimre.

10,01.2009

Mûrat Ozçelîk serdana serokê
Kurdistanê kir



Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Selahedînê pêşwazîya nûnerê taybet yê Tirkiyê Mûrat Ozçelîk kir û di hevdîtinê de Fûad Hisên û Sefîn Dizeyî jî beşdar bûn.
Di hevdîtinê de li ser têkilîyên aborî, siyasî û civakî yên navbera Kurdistan û Tirkiyê hat rawestandin. Ji alîyê din, mijarên wek pirsgirêkên Iraqê, ewlekarîya navbera Amerîka û Iraqê, têkilîya navbera Iraq û Tirkiyê û çendîn mijarên din bûn naveroka hevdîtina herdu alîyan.
Bi vê hevdîtinê carek din xuya bû ku têkilîyên navbera Kurdistan û Tirkiyê ber bi xweşbûnê ve diçin û Tirk êdî wek berê zêde dijminatîya başûrê Kurdistanê nakin.

Bereya Turkmenî dixwazin têkevin
nav rêveberîya Kurdistanê



Rêveberîya Serokatîya Rewa ya Cepha Turkmenî, daxwaz kir ku bjarê Kerkûkê û deverên derûdora wê têkevin bin desthilatdarîya herêma Kurdistanê.
Serokatîya Rewa herweha rexneyên dijwar li hikûmeta Bexdayê kir û got ku hikûmeta Iraqê Turkmenan piştguh dike û xwedî li wan dernakeve.
Berdevkê Serokatîya Rewa Nûrî Ilyas got ku, endamên Serokatîya Rewa ya Cepha Turkmenî li Teleferê civînek li dar xistine û di encama civînê de daxwaz kirine ku bajarê Kerkûk û deverên derûdora wê têkevin bin desthilatdarîya herêma Kurdistanê.
Ilyas herweha got ku wan daxwaza bicîhanîna maddeya 140î jî kiriye û anî zimên ku berjewendîya Turkmenan di bin destgilatdarîya herêma Kurdistanê de ye û hikûmeta herêma Kurdistanê hemi mafên Turkmenan diparêze.


Tirkiyê bombeyên mîsket û fosfor
bi kar anîye



Wezîrê jîngehê yê Kurdistanê Dara Mihemed ji ajansa Aknews-ê re diyar kir ku, li gor gotinên xelkê navçeyê û raporên tîma ji bo lêkolînê şandine navçeyê, derketiye holê ku Tirkiyê bombeyên mîsket û fosfor bi kar anîye.
Mihemed eşkere kir ku Tirkiyê gellek caran ev çek bikar anîye û got ew çek li şikevt û çiyayên Qendîlê bi kar hatine.
Mihemed herweha got:”Eger wan çekan ziyan nedabe welatiyan jî, ziyanek pir dane jîngehê û bandora wê jî wê bi salan bimîne“.
Mihemed herweha dibêje ku wan raporek daye hikûmeta Iraq û Kurdistanê û ew rapor gihandine Neteweyên Yekbûyî jî lê heta niha tu bersiv negirtine.


09.01.2009

Hikûmeta Kurdistanê dixwaze rê
li ber sinnetkirina keçan bigre




Wezîrê Mafê Mirov yê hikûmeta Kurdistanê Şiwan Mihemed, di serdana heyetek Amerîkî de da zanîn ku hikûmeta Kurdistanê di nav hewldana rêlibergirtina sinnetkirina keçên Kurd de ye.
Li ser gazindên heyeta Amerîkî ya ji bo sinnetkirina keçan, Şiwan Mihemed got ku hikûmeta Kurdistanê ji bo nehiştin û rakirina sinnetkirina keçan bi awayekî rasteqîn dixebite.

Qeddafî banga şer kir



Serokê Lîbyayê Mûammer Qeddafî bang li Ereban kir ku ew li dijî Israîlê şer bikin û piştevanîya Filistînê bikin. Qeddafî got ku divê Ereb bêdeng nemînin û derîyên şerrê li dijî Israîlê vekin.
Mûammer Qeddafî bi berdewamî got ku, divê em dergehên xwe li ruyê Israîlê bigrin, Israîl dijmin e û divê dewletên Ereb xort û gencên xwe bişînin Filistînê da ku li kêleka birayên xwe yên Filistînî şerê Israîlê bikin.
Qeddafî herweha rexneyên dijwar li serokên dewletên Erebî girt û ew wek „şokestî, bizdonek û kêrnehatî“ bi nav kir.

Rewşa Afganistanê di berjewendîya
Amerîka û Îranê de ye



Fermandarê hêzên Amerîka yê li Iraq û Afganistanê General David Petreûs, di derbarê mijara Afganistanê de ragihand ku başbûna rewşa Afganistanê di berjewendîya Amerîka û Iraqê de ye û ji ber vê yekê jî Îran dikare beşdarî başkirina rewşa Afganistanê bibe.
Petreûs di preskonferansa rojnamevanîyê de li Waşîngtonê got:“Başbûna rewşa Afganistanê girêdayî stratejîyek herêmî ye û ji ber vê jî Îran dikare di başkirina rewşê de rola xwe bilîze“.

Guhertina demsalan birçîtîyê zêdetir dike



Pispor û zanyarên Amerîkî, di lêkolînek xwe de dan zanîn ku guhertina demsalan û serûbinbûna rewşa hewayê birçîbûnê bi xwe re tîne û her ku biçe wê li dinyayê birçîbûn zêdetir bibe.
Ji Zanîngeha Stanfordê Robamond naylor, di nivîsek xwe de balê dikşîne ser guhertina demsalan û rewşa hewayê û dibêje:“Guhertina germî û sarîya demsalan û serûbinbûna rewşa hewayê, dikare li gellek herêmên cîhanê bibe sedema ziwabûn û windabûna çandinîyê û ev jî dibe sedema zêdebûna birçîbûnê“.
Robamond Naylor bi dewamî dibêje.“Îro 3 milyar insan li herêmên tropîkal û subtropîkal dijîn. Heger em li gor şert û şirûtên germî û ziwabûnê gavan navêjim, wê pêşeroja me tarî be û wê gellek welatên feqîr ji çandinîyê mehrûm bimînin“.
Li gora zanyarên Zanîngeha Stanfordê, ji ber zêdebûna germîya herêmên tropîkal wê ji sedî 20-40 çandinîya garis û birincê kêmtir bibe, ji ber germê wê hêwîbûn û şilatîya di erdê de nemîne. Evê jî bibe sedema kêmbûn çandinîyê û pêşdeçûna xelayê.


YE piştgirî da operasyona Ergenekonê



Hevserokê Komisyona Ewrûpayê Joost Lagendîjk û çend berdevkên partîyên siyasî yên Yekîtîya Ewrûpayê, piştgirî dan operasyona li dijî rêxistina Ergenekonê.
Joost Lagendîjk di vê derbarê de got:“Herkesî bawer dikir ku li Tirkiyê kes nikare destê xwe bide hinek kesan. Niha ev bawerî winda dibe. Divê ji bo derxistina vê şebekê her tişt bê kirin. Em dixwazin mesela Ergenekonê bi temamî eşkere bibe“.
Ji partîya Sosyalîst û Partîya Lîberal Hannes Swobodo û Graham Watson jî ragihandin ku divê kes rê li ber dozger û dadgehê negre û pirsgirêka Ergenekonê ji kokê de derkeve holê.
Herweha Alîkara Serokê komisyona Ewrûpayê Marîa Elenî jî bal kişand ser pêwistiya eşkerekirina Ergenekonê û xwest ku pirsgirêka şebeka Ergenekonê bê helkirin.
Endamên Komisyona Ewrûpayê ev operasyona li dijî şebeka ergenekonê wek gavek erênî nirxandin û gotin ku eşkerekirin û rêlibergirtina ergenekonê ji bo Tirkiyê gavek giring û pêwiste.

08.01.2009

Şivan Perwer destê xwe ji vegera
welêt re hejand



Hunermendê Kurd Şivan Perwer, hevpeyvînek bi rojnamevanê Tirk Mîthat Bereket re çêkir û ew hevpeyvîn di TRT1ê de hat weşandin. Ev cara yekê ye ku TRT hevpeyvîna hunermendekî Kurd diqeşîne û ev jî piştî vebûna TRT6 û destpêkirina weşana zimanê Kurdî pêk hat.
Şivan Perwer di hevpeyvîna xwe de nîşan û elametên vegera Tirkiyê anî zimên û peyam da hinek alîyan.
Di hevpeyvîna Şivan Perwer de xweş xuya bû ku ger derfet bê dayîn wê Şivan vegere Tirkiyê û di televizyonên mîna TRT de bixebite jî. Peyama wî ya herî balkêş xwendina strana bi Tirkî „Birasi Mûştûr, yolû yokûştûr“ bû.

Li Kerkûkê 6 terorîst hatin girtin




Li başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê 6 kesên gumanbar hatin girtin. Rêvebirê polîsên qeza û deverên parêzgeha Kerkûkê Serhad Qadir, ragihand ku hêzên wan yên ewlekarîyê 6 kesên ku gumanbar in hatine girtin.
Bi girtina van her şeş kesan re du roket, çend roketên katyoşa, 23 gulleyên topên 155 ml, du gulleyên topên 105ml, 200 qebzûlên hawenan û çend kîlo TNT hatin girtin. Herweha bi van kesan re CD, pirtûk û belavok jî hatin girtin û derket holê ku damezrênerê vê grûbê efserekî kevn yê Iraqê ye.

Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kir




Serokê Dezgeha Parastina Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Amerîkayê kir û bi cîhgirê wezîrê bergirîya Amerîkayê Gordon Englan re civiya.
Di civînê de behsa pêwistîya têkilîyên Amerîka û herêma Kurdistanê hat kirin û Mesrûr Barzanî spasîyên xelkê Kurdistanê pêşkêşî Amerîkayê kir.
Mesrûr Barzanî, hêvî kir ku Amerîka piştgirîya xwe ji Kurdistanê kêm neke û destketîyên demokratîk yên Iraqê biparêze.
Gordon England jî bi serdana Mesrûr Barzanî şabûna xwe anî zimên û got ku Amerîka piştgirîya Iraqek demokratîk û federe dike. Herweha England di çerçeweya qanûn û destûra Iraqê de piştgirî da çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê.


Li Macaristanê 35 kes ji ber sermê mirin



Li Macaristanê 35 kes ji ber sur û sermayê mirin. Zivistana îsal bi dijwarî hat û li gellek welatan xelk ji ber sermayê şerpeze bû. Kurdistan jî di nav de, li gellek welatên cîhanê berfek zêde ket û qeşemê rê girt.
Li Macaristanê sermayek ewqas dijwar çêbû ku 35 kes qufilîn û mirin. Hikûmeta Macaristanê ji ber sedema sermê û mirina xelkê, het nav hewldanek mezin û ji dezgehên xwe xwest ku alîkarîya kesên pîr û kal bikin û bi taybet jî destê alîkarîyê dirêjî kesên bê mal, bê kes û kûs bikin.

07.01.2009


Venezuela balyozê Israîlê dersînor kir



Venezuela, ji ber sedema ku dewleta Israîlê êrîşî Filistînîyan kiriye, balyozê Israîlê ji welatê xwe qewirand û ew dersînor kir.
Li gora daxuyanîya wezareta derve ya Venezuelayê, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Israîlê, Venezuela karmendên balyozxana israîlê dersînor kiriye.
Berî niha serokdewletê Venezuelayê Hugo Chavez, bang li Cemeeta Mûsewîyên Venezuelayê kiribû ku Israîlê şermezar bikin û helwesta xwe nîşan bidin.


Obama başkirina rewşa aborîyê
kir armanca yekemîn




Barack Obama yê ku wê di 20ê meha Çile de dest bi erka xwe ya serokkomarîyê bike, başkirina rewşa aborîya Amerîkayê kir armanca xwe ya sereke. Piştî derketina krîza aborî, hemi welatên cîhanê para xwe ji krîzê wergirtin û ketin rewşek xirab. Piştî krîzê, li Amerîkayê gellek şîrket û dezgehên mezin li pataxê ketin û gellek jî ji rewşek tengezar de ne.
Barack Obama, berî destpêkirina erka xwe, da zanîn ku divê ew di warê başkirina aborîya Amerîkayê de bilezînin û çareserîyê ji vê rewşa xirab re bibînin. Obama soz da ku di dema wî de ewê baca ku ji hemwelatîyên Amerîkayê tê stendin kêmtir bike û çi pêwist be ji bo selameta Amerîkayê pêk bîne.


Hamasê şert danîn pêşîya Israîlê



Rêxistina Hamas, şertên agirbesê avêtin ber Israîlê û pêşniyaz kir ku ger Israîl vegere ser şertên lihevhatin û agirbesa berê, ewê karibin dîsa agirbesê êlan bikin û şer rawestînin.
Serokê siyasî yê Hamasê Halid Meşal, ku li paytextê Sûrîyê Şamê dimîne, da zanîn ku ger şertên agirnesa kevn bên qebûlkirin, ewê karibin agirbesê êlan bikin û şer rawestînin. Meşal got ku ger ambargo rabe, derîyên sînoran vebin û eskerên Israîl xwe paşde bikşînin, ew amade ne hevdîtinên ji bo agirbesê bidin destpêkirin.
Meşal, di axavtina xwe ya di radyoya Filistîn de got ku, wê êrîşên Israîlê nikaribin hêvîyên me yên azadîyê parçe bikin.


Operasyonên li dijî çeteya Ergenekonê
berdewam in





Li Tirkiyê operasyonên li dijî çeteya dewletê ya bi navê Ergenekonê berdewam dikin. Di operasyona pêla 10. de dîsa general, profesor, dekan û karmendên dewletê hatin binçavkirin.
Di operasyona dawîn de kevnesekreterê Dezgeha Ewlekarîya Tirkiyê Tûncer Kilinç, Orgeneral Kemal Yavûz, Prof.Dr.Yalçin Kuçuk, kevnewekîlê Daîra Tevgere Taybet Îbrahîm Şahîn, kevneserokê YOK ê Kemal Guruz, Tumgeneral Erdal Şenel, rojnamevan Engîn Aydin û hinekên din hatin binçavkirin.
Balkêş e ku Prof.Dr.Yalçin Kuçuk bi salan di televizyona PKK de dersên siyasetê dida Kurdan û dostê serokê PKK A.Ocalan bû.

06.01.2009

Piştî weşana Kurdî Çerkezan jî doza
weşana zimanê xwe kirin



Piştî vebûna TRT6 û weşana bi zimanê Kurdî, Çerkezan jî doza weşana bi zimanê xwe kir. Li gora ku çapemenîya Tirk dibêje, rayedarên Federasyona Komelên Kafkas, di hevdîtina bi serokkomar Abdullah Gul de doza weşana bi zimanê Çerkezî kirin.
Destpêkirina weşana bi zimanê Kurdî kesên ku ji binyata Kafkasya tên xistin nav hewildanê. Federasyona Komelên Kafkas (KAFFED) ku ji 56 komelên Çerkez pêk tê, di Qesra Çankaya de doz li serokkomar Gul kir ku di TRT de ji wan re jî cîh bê veqetandin û zimanê Çerkezî jî bi weşandin.
Heyeta KAFFEDê ya bi serokatîya Cîhan Candemîr, serdana Koçka Çankaya kir û di hevdîtina bi serokkomar re heyetê doza mafê ziman ji bo 6 milyon Çerkezên ku li Tirkiyê dijîn kir. Serokkomar Abdullah Gul, di hevdîtinê de daxwazên heyeta KAFFEDê li cem xwe nivîsand û got ku ewê bi hevalên xwe re li ser vê mijarê biaxive.


Nazim Hîkmet dîsa bû
hemwelatîyê Tirkiyê


Şaîrê mezin yê Tirk Nazim Hîhmet Ran, piştî 58 salan dîsa bû hemwelatîyê Tirkiyê û îtîbara wî lê hat vegerandin. Nazim Hîkmet Ran, di 1951ê de ji hemwelatîya Tirkiyê hatibû derxistin û li Rûsya dijîya.
Nazim Hîkmet Ran, wek şaîrekî çep û kominîst tê naskirin û li seranserê dinyayê tê naskirin. Hikûmeta Erdogan, bi biryarek qanûnî hemwelatîya Nazim Hîkmet paşde lê vegerand û tê hêvîkirin ku wê mezelê wî jî ji Rûsya bînin Tirkiyê.


Li Zîmbabveyê 1732 kes ji ber
nexweşîya kolerayê mirin

Li Zîmbabveya Afrîkayê, 1732 kes ji sedema nexweşîya kolerayê mirin û kes nizane hê çend kesên din di dora mirinê de ne.
Rayedarên Rêxistina Tenduristîya Dinyayê, di rapora xwe de diyar kirin ku heta niha 34 hezar kes bi kolerayê ketine û ji wan 1732 kes mirine.

Şiddeta li dijî jinê berdewam e


Li seranserê cîhanê şiddet û lêdana li dijî jinê didome. Bi ser ku li gellek welatan şiddeta li dijî jinê qedexe ye û di qanûnan de cîh girtiye jî, şiddet ranaweste û her didome.
Li Ispanyê şiddeta li dijî jinê bûye pirsgirêkek bi serê xwe. Bi ser ku di zagona Ispanyê de şiddeta li ser jinê qedexe ye, di sala 2008an de zêdeyî 70 jinî ji alîyê dostik yan mêrê xwe ve hatin kuştin.
Li Ispanyê ji sala 2000î û bi virde 576 jin hatine kuştin. Ciyê daxê ye ku li welatê me Kurdistanê û nemaze li başûrê Kurdistanê, şiddeta li ser jina Kurd bi xurtî nerdewam e û heta niha jî rê li ber nehatiye girtin.


05.01.2009

Ji bo nefeqê nede kurê xwe kuşt


Li Amerîkayê zilamekî reşik ji bo ku nefeqê nede kurê xwe kuşt. Danny Platt ê 22 salî, kurê xwe yê 2 salî kuşt û serî li polîs xist, derew kir û got ku hinekan kurê wî revandiye.
Lê piştî lêkolîn û lêpirsînê, şik ji Danny Platt hat kirin. Di encama lêkolînê de cendekê zarokê di bexçê wî de derket holê û Danny Patt hat girtin.
Hat fêhmkirin ku Danny Patt ji bo nefeqê nede dayika zarokê, zaroka xwe kuştiye.


Aşûre li Şîeyan herimî


Li paztextê Iraqê Bexdayê, Şîeyên ku xwe amadeyî roja Aşûrê dikirin, raserî teqandinekê hatin û di encama teqînê de 35 kes hatin kuştin û zêdeyî 70 kesî jî birîndar bûn.
Teqandina ku li ber tirba Îmam Mûsa El Kazim pêk hat, ji Şîeyan re bû wek roja dojehê û piranîya ku hatin kuştin hecîyên ku ji Îranê hatibûn Iraqê.

Claûdîa Schîffer jî dest bi bazirganîyê kir


Bedewa Alman û stêrkek ji stêrkên podyûman manken Claûdîa Schîffer, wek gellek mankenan dest avêt bazirganîya kozmetîkê û wê di demek kurt de bi navê xwe dermanên makyaj û bedewîyê derxe bazarê.
Schîffer di derbarê projeya xwe de nexwest zêde agahdarîyan bide, lê da zanîn ku ewê alav û dermanên bedewîyê bi navê de derêxe piyasê.
Claûdîa Schîffer 38 salî ye û di salên 1990î de dest bi navdarîyê kiriye.


Di nava 6 mehan de 14 milyon dolar serf kir


Lîztikvana sînemayê Katîe Holmes, piştî ku mala xwe veguhezt New Yorkê û heta niha 14 milyon dolar serf kiriye. Holmes, bi serfkirina 14 milyon dolar navekî din bi dû xwe xist û heta niha nehatiye bihîstin ku kesek di nava 6 mehan de ewqes pere xerc bike.
Di vê dema ku krîza aborî dinya dorpêç kiriye û rewşa xelkê ne başe, Holmes bi serfkirina 14 milyon dolar alîkarîya pêşketina aborîyê jî kiriye û ev helwesta wê ji alî gellek kesan ve erênî tê dîtin.


04.01.2009


Hesen Bîn Telal li dijî serxwebûna
Filistînê derket


Mamê Şahê Urdunê Abdûllah, Hesen Bîn Telal, di televizyona El Cezîre de bersiva pirsên rojnamevanan da û li dijî serxwebûna Filistînê derket.
Bîn Telal sedema lidijderketina serxwebûna Filistînê bi serxwebûna Kurdistanê ve girê da û got:“ Heger em ji Filistînê re dewletek serbixwe bixwazin, wê gavê nabe em li dij serxwebûna Kurdistanê derkevin û ji Kurdan re jî dewletê nexwazin. Ev nabe“.

Heqaret li zimanê Kurdî hat kirin


Hikûmeta Erdogan ji alîyekî di televizyona dewleta xwe de weşana Kurdî dide destpêkirin, ji alîyê din nav û axavtina bi zimanê Kurdî qedexe dike. Li gellek bjarên Tirkiyê û Kurdistanê hê jî navên Kurdî û tîpên Kurdî qedexe ne.
A herî balkêş ev e ku di meclîsa Tirkiyê de zimanê Kurdî wek „zimanekî nenas“ dikeve protokolên meclîsê û heqaret lê tê kirin.
Vê dawîyê sînorê heqaretê berfirehtir bû û zimanê Kurdî di nava kevankê de (….) bi sê xalan hat nivîsandin. Ji ber vê ye ku kesên li dijî weşana TRT6ê derdikevin vekirina TRT6 wek „hesabê serketina hilbijartinên herêmî“ dinirxînin.
Dixuye ku heta zimanê Kurdî bi fermî di qanûn û yasayên dewletê de bi cîh nebe, wê ev şik û pirsgirêk her bidomin.

Îran li dij êrîşên Israîlê derket



Wezîrê derve yê Îranê Manuçehr Mutteki, peyamek ji wezîrê derve yê Vatîkanê Dominiquie Mambertî re şand. Di peyama xwe de Manuçehr Mutteki, ji rayedarên Vatîkanê xwest ku helwesta xwe li dij Israîlê nîşan bidin da ku Israîl êrîşên xwe yên li ser Gazze û Hamasê rawestîne.
Manuçehr Mutteki, di peyama xwe de behsa dîroka Israîlê jî kir û got ku dîroka Israîlê bi kuştin û qetlîaman dagirtî ye. Mutteki, herweha Israîl wek dagîrker destnîşan kir û ji Vatîkanê xwest ku Misilman û Xiristîyan li dijî êrîşên Israîl yên ne mirovane rawestin.

Papa 16-Benedîktsû banga agirbesê kir


Serokê alema Katolîkan Papa 16. Benedîktûs, di derbarê şerê israîl û Hamasê de saxuyanîyek da û daxwaza agirbesê li wan kir.
Papa Benedîktûs, Israîl û Filistînî dawetî ser maseyê û lihevhatinê kir û got:“Şer û nefret ne çareserî ye. Divê herdu alî dawî li şer bînin“.


03.01.2009


Îranê di mehekê de 34 kes îdam kirin

Rejîma Îslamî ya Îranê, di destpêka vê mehê de nêzîkî 10 kesan îdam kir. Herweha rejîma Îranê di meha derbasbûyî de 34 kes îdam kiribûn. Li gora îstatîstîkan, li dinyayê dewleta ku herî zêde mirovan îdam dike Îran e.
Li gora daxuyanîyên Komelên Mafê Mirovan, di sala 2008an de zêdeyî 370 kes li îranê hatine îdamkirin.
Li gora ku di destpêka 2009an de hejmara kesên îdamkirî gihaye 10 an, dixuye ku wê îsal jî gellek kes li Îranê bên îdamkirin û dibe ku îdamkirinên îsal ji sala çûyî zêdetir bin jî.


Hêzên Israîlê di bejayê re jî ketin Gazzeyê


Piştî bombebarana ezmanî, vê carê hêzên Israîlê di bejayê re jî ketin Gazzeyê û şerê bejayê jî dest pê kir.
Israîlê 10 hezar eskerên xwe li ser sînorê Gazzeyê kom kiribû û li bendî fersenda ketina Gazzeyê bû.
Li gora tê gotin, hêzên Israîlê derbasî nav xaka Gazzeyê bûne û bi vê re tê gotin ku wê şerê di navbera hêzên Israîl û endamên Hamasê de xurttir bibe.

Weşana pirtûkên Kurdî berdewam e

Bi destpêka sala nû re weşana pirtûkên Kurdî didome. Tê gotin ku piştî dewleta Tirkiyê destûra weşana bi zimanê Kurdî da û TRT6 dest pê kir, wê di warê weşan û çapemenîya pirtûkan de jî mecalên berfirehtir çêbibin û zêdetir berhemên Kurdî bên weşandin.
Di sala derbasbûyî de 20 weşanxaneyên Kurd zêdeyî 100 pirtûkên Kurdî weşandin. Di nava van pirtûkan de zêdetir pirtûkên helbestan, roman û çîtok derketin pêş.


Bûşh piştgirî da Israîlê


Li ser êrîşên Israîl û protestoyên hinek dewletên dinyayê, serokê Amerîkayê George W. Bûşh bi daxuyanîyekê piştgirî da êrîşên Israîlê û Hamas gunehbar kir.
George Bûşh, êrîş û fuzeavêtina Hamasê wek sedema şer nirxand û got ku, heta Hamas dev jhi avêtina fuzeyan bernede wê şer nesekine û bidome.
Ji alîyê din Israîl guh nade xwestina agirbesê û pêşniyazên hinek dewletên dinyayê red dike. Israîl dixwaze heta bi dawî here ser Hamasê û vê meselê ji kokê de hel bike.


02.01.2009

Leyla Zana 10 sal ceze girt

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, ji ber axavtinê xwe yên li Batman, Bîngol û Parlamentoya Ewrûpayê bi 10 sal ceze hat darizandin. Dozgerîya Diyarbekrê 10 sal ceze ji Zana re hindik dît û xwest ku 45 sal ceze li Zana bê birrîn.
Leyla Zana di hinek axavtinên xwe de behsa hebûna Kurdistanê, hebûna sê serokên Kurd û hinek gotinên ku qaşo li dijî qanûn û nîzama dewleta Tirkiyê ne kiribû. Ji ber vê jî, dozgerên dewletê doz lê vekirin û 10 sal ceze lê birrîn.
Ji alîyê din tê gotin ku ev ceze ji bo ku Leyla Zana nikaribe têkeve hilbijartinên herêmî hatiye dayîn.

Gert Petersen çû ser heqîya xwe

Yek ji pêşkêşvanê tevgera sosyalîst a Danîmarkayê û serokek ji yê Partîya Sosyalîst a Gel Gert Petersen, di 81 salîya xwe de çû ser heqîya xwe û mir.
Petersen, di 1927an de li bajarê Nykopîng Falster hatibû dinyayê û ji zarokatîya xwe de di nava tevgera çep te cîh girtbû. Petersenê ku di 1945an de ket nav refê Partîya Pominîst a Danîmarkayê, di 1958an de jê veqetiya û Partîya Sosyslîst a Gel damezirand.
Petersenê ku ji 1974an heta sala 1991ê serokatîya partîya xwe kir, di pêşketina demokrasî, maf û azadîyan de xebatên baş kir.

Israîlê zorî da êrîşên xwe

Dewleta Israîlê êrîşên li ser herêma Gazzeyê xurttir kirin. Çi hewayî û çi jî bejayî, bombe li ser bombê li ser endamên Hamasê de dibarînin. Lê di van êrîşan de ciyê daxê ye ku kesên sivîl, jin û zarok jî tên kuştin û ev jî alîyekî qirêjîya şer e.
Di derbarê êrîşên Israîlê de çalakî û protesto zêdetir bûn. Li seranserê cîhanê êrîşên li ser Gazzeyê û bi taybet jî kuştina jin û zarokan hat şermezarkirin.
Ji alîyê din hewldanên dîplomasî û agirbesê jî xurttir bûn. Herçiqasî behsa agirbes û lihevhatinekê hatiye kirin jî, lê xuyaye Israîl dixwaze di êrîşên xwe de bi israr be û heta bi dawîyê here ser Hamasê.

Li Bexdayê 30 kes katin kuştin


Li Bexdaya paytextê Iraqê, di encama xweteqandinekê de 30 kes hatin kuştin û gellek kes jî birîbndar bûn. Xweteqandin li nehîya Yûsûfîye pêk hat û di encamê de gellek ji Erebên sinnî hatin kuştin.
Teqandin nêzîkî mala serokê eşîra El Garakul Şêx Muhammed Abdullah Salih pêk hat. Sedema ku zêde kes mirin û birîndar bûn ew bû ku, di wê demê de civînek mezin hatibû lidarxistin û kesê xwekuj ji derve tev li civînê bûye.

Beşê ziman û edebiyata Kurdî vedibe

Serokê YOK ê (Dezgeha Xwendina Bilind“ Prof.Dr.Yûsûf Zîya Ozcan, ragihand ku ewê di du zanîngehan de dest bi vekirina beşên „Ziman û Edebiyata Kurdî“ bikin. Ev jî piştî weşana TRT6 bû mizgînîya duyemîn.
Serokwezîr Erdogan, ji ber ku li Tirkiyê ne amade bû, beşdarî vekirina TRT6 nebû. Lê di vegera xwe de vekirina TRT6 dîsa pîrpz kir û hêvî kir ku wê TRT6 ji alî Kurdên hemwelatîyên Tirkiyê ve bi dilxweşî bê temaşekirin. Erdogan herweha peyam da ku wê gavên din jî bên avêtin û vekirina TRT6 wê cesaret û moralê bide sektora taybet ku karibin ew jî di warê weşana Kurdî de gavan bavêjin.
Piştî peyama Erdogan, serokê YOK ê Prof.Dr. Yûsûf Zîya Ozcan, ragihand ku ewê di zanîngeha Stenbol û Enqerê de dest bi vekirina beşê ziman û edebiyata Kurdî bikin. Ozcan da zanîn ku ew dixwazin di Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî ya Zanîngeha Enqerê û di Fakulteya Edebiyat a Zanîngeha Stenbolê de beşên ziman û debiyata Kurdî vekin. Ozcan got ku piştî hînbûn û xwendina ziman û edebiyatê, îcar ewê dest bi vekirina Enstîtuyê jî bikin.



01.01.2009


TRT6


Di 1. meha Çile de cara yekem dewleta Tirkiyê televizyona dewletê xist bin xizmeta weşana zimanê Kurdî û navê wê kir TRT6.
Vekirina TRT6ê ji alî dezgeh û kesayetîyên Kurd ve cûrbecûr hat nirxandin. Partîya Civaka Demokratîk herçiqasî beşdarî vekirina TRT6ê nebû û ew protesto kir jî, lê wek gavek erênî nirxand û ev gav wek berhema tekoşîna gelê Kurd qebûl kir. PKK TRT6 wek dezgeha cehşîtîya siyasî nirxand û kesên ku beşdarî TRT6 bibin wek xayîn û cehş bi nav kir.
Ji alîyê din piranîya dezgeh, partî û kesayetîyên naskirî yên Kurd, weşana TRT6ê wek gavek giring û pêwist nirxandin û ji dewletê xwestin ku avêtina vê gavê û gavên din di yasayê de jî cîh bigrin û têkevin fermîyetê.


Kurdistan bû hêsîrê berf û seqemê


Zivistanê her alîyê Kurdistanê dorpêç kir û vê salê sur û sermayekê dijwar bi ser gund û bajarên Kurdistanê de girt.

Li bajarên mîna Ezerom, Ezercan, Agirî, Bedlîs, Colemêrg, Wan û hinek deverên din, dereca sermayê ewqasî bilind bû ku xwe gihand heta bi 29-30 dereceyê.
Ji ber sedema ketina berfa zêde nêzîkî hezar gund di bin berfê de man û rê li wan hat girtin. Ji ber girtina rêyên gundan têkilîya xelkê bi derodûrê re qut bû û şerpeze bûn.


Li Taylandê 59 kes şewitîn


Li Bangkoka paytextê Taylandê, di pîrozkirina cejna serê salê de dîstotekek şewitî, 59 keç û xort têde çewitîn û can dan.
Di şewata dîskotekê de zêdeyî 200 kesî jî birîndar bûn. Serê sala nû ji Taylandîyan re bû dojeh û malbatên kesên ku di şewatê de mirine xêr ji sala nû nedîtin

Barzanî rexne li netewperestên Ereb girt


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rexne li hinek Erebên ku di meclîsa Bexdayê de ne û netewperestîya Erebî dikin, girt. Barzanî, helwesta wan Ereban rexne kir û got ku ew dixwazin tifaqa navbera Kurd û Ereban xira bikin û nearamîyê bînin Iraqê.
Mesûd Barzanî di vê derbarê de nameyek vekirî ji hikûmeta Bexdayê reş and û tê de got:“Mixabin, di nava hikûmetê de hinek Erebên ku xwedîyê dîtin û helwestên şovenî û netewperestên tund hene û ev alî dixwazin dijminatîyê têxin navbera gelê Kurd û gelê Ereb“.
Barzanî di nameya xwe de bal kişand ser pêwistîya birayetî û hevkarîya gelê Kurd û Ereb û ji hikûmetê xwest kur ê li ber van helwestên şovenîstên Ereb bên girtin.