Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Tirkiyê kî terorîst e û kî şerê terorê dike
 
Li Tirkiyê kî terorîst e û kî şerê terorê dike
2016-05-21 18:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
David Romano

Bi destpêkirina şerê PKK û dewleta Tirkiyê re, bikaranîna têgehên wek “rêxistina terorîst”, “êrişên terorîstî” û “xebata li dijî terorê” bi qasî hejmara top û gulleyan di esmanê Tirkiyê de bi firê ketin! Hikûmeta AKPê li Enqereyê tekez dike ku ew kurdan nake armanca xwe, lê li dijî terorê dixebite. Serok Erdogan medya û partiyên opozisyonê tawanbar dike ku li dijî terorê bêdeng in.

Bêguman pênasekirina terorê li gor rewşa siyasî diguhere û karekî zehmet e. Hemû hikûmetên cîhanê, her komeke çekdarî ku ne girêdayî dewletê be û şerê dewletê bike, wek terorîst binav dikin. Lê li gor pisporên siyasetê, teror tê wateya bikaranîna şîdet û tundiyê li dijî sivîlan ji bo pêkanîna armancên siyasî.

Êrişên PKKê li ser hêzên çekdarî yên hikûmeta Tirkiyê û kuştina polîs û leşkerên dewletê ne karên terorîstî ne. Ev şerê gerîla ye. Helbet cihê daxê ye qîz û kur, Kurd bin an Tirk bin, bêne kuştin. Lê divê Erdogan û hizba xwe pêşbîniya tiştekî cudatir nekin gava agirbesta sala 2013an binax kirin û beriya çend mehan dest bi êrişên esmanî li dijî PKKê kirin! Ma gelo wan pêşbînî dikir ku PKKê li hember van êrişan gul û çîçekan ji wan re bişîne û ji nişkê ve xwe radestî wan bike piştî 30 salî ji bombebaranê? Eger tu agirê şer gurr bikî, divê ji bîra te neçe ku aliyê din jî dikare şerê te bike.

Lê eger di vê cengê de, PKK hêz bikar anî ji bo revandin û kuştina karmend û mamoste û berpirsên sivîl, wê çaxê divê ev çalakî wek karên terorîstî bên binavkirin. Lê gelo dema hikûmet hema hema sivîlan digre û direvîne û dikuje, divê çi nav li van karan bê kirin!

Ji ber ku peyva terorîst pir tê bikaranîn, çêtir e bi rengekî wekhev û ji bo hemû aliyan bê bikaranîn. Eger AKPê xelkê gurr bike û wan bi dar û keviran berde ser ofîsa rojnameyeke navdar a Tirkiyê, gelo ev ne bikaranîna şîdet û tundiyê li dijî sivîlan e ji bo pêkanîna armancên siyasî? Naxwe êrişa alîgirên Erdogan û AKPê li ser ofîsa rojnameya Hurriyetê li Stenbolê beriya çend mehan jî karekî terorîstî bû!

Gelo dema çeteyên CHPê bi kêran xelkê dikujin û li xelkê didin ji ber ku dengê wan kirine ku bi kurdî li ser kolanan axivîne, ne teror e? Gelo ne teror e dema bandên mafiya û çeteyan li seranserê Tirkiyê êrişî baregehên HDPê dikin?

Li navçeyên kurdî yên Tirkiyê û li navçeyên ku şêniyên wan piştevaniya PKKê dikin, tukes ji ber ku bi tirkî axiviye yan alîgirê AKPê ye, bi dar û kêran nehatiye lêxistin. Naxwe, kîjan alî şerê neteweyî gurr dike? Bi ser de jî, eger em ji tohmetên Erdogan ku dibêje HDP rûyê siyasî yê PKKê ye bawer bikin jî, êdî ev tê wateya ku bêhtirî şeş milyon dengderan li Tirkiyê alîgirên PKKê ne!

Rûdaw