Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Daxuyaniyên Aldar Xelîl nîgeraniyê ava dike
 
Daxuyaniyên Aldar Xelîl nîgeraniyê ava dike
2016-05-21 17:55
MediaKurd > info@mediakurd.com
Karzan Sebah Hewramî

Daxûyaniyên endamê desteya rêveber a TEV DEMê, nîgeraniyê di nava PYDê de ava dike û çend endamên PYDê jî daxwaz kirine ku di vê derbarê de ronkirinek bê dayîn.

Endamê desteya rêveber ê TEV DEMê (Tevgera Civaka Demokratîk) Aldar Xelîl, di daxuyaniyeke xwe de hêzên Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê wek çete pênase kir û daxuyaniyên wî endamê TEV DEMê nîgerîna di nava hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê avakir. Herwaha di nav PYDê de jî ku, partiya serekî ya di nav TEV DEMê de ye û li ser vê daxuyaniyê hat zanîn pirsgirêk di nav çend berpirsan de ava bûye.

Nûnerê kantonên rojava li Herêma Kurdistanê û nûnerê PYDê Xerîb Hiso ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê em jê agahdarin ku li ser vê daxûyaniyê nîgeranî heye, lê em naha tû daxûyaniyekê nadin û emê li ser agahî bigrin.’’ Herwaha got: ‘’Ez bawerim ew daxûyanî ne di wê astêde ye, dibe ku xelet hatibe fêmkirin û emê li ser vê ronkirineke zêdetir piştre belav bikin. ‘’

Biryare îro 21.05.2016 nûnerê kantonên Kurdistana rojava li Silêmaniyê bicivin û yek ji armancên civînê jî daxûyaniyên Aldar Xelîl e.

BasNews