Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Îran, Aldar Xelîl li dijî Pêşmerge bikar tîne
 
Îran, Aldar Xelîl li dijî Pêşmerge bikar tîne
2016-05-21 17:53
MediaKurd > info@mediakurd.com


Karzan Sebah Hewramî

Fermandeyekî pêşmergeyên Kurdistana Rojava, ku niha li Başûr dimînin, li dijî daxuyaniya rayedarê TEV-DEMê Aldar Xelîl derheqê Pêşmerge de nerazîbûn nîşan da û got, Aldar Xelîl “bi zora Îranê” heqaretê li Pêşmerge dike.

Endamê rêveberiya TEV-DEM/PYDê, Aldar Xelîl duh ji K24 re axivîbû û peyva “çete” ji bo pêşmergeyên Kurdistana Rojava yên ku li Kurdistana Başûr perwerdê dibînin, bikar anîbû.

Yek ji fermandeyên pêşmergeyên Rojava bi navê Serhan Mihemed, li ser vê yekê ji BasNewsê re got, Aldar Xelîl û yên mîna wî çete ne. Ew rojane li ber çavan, xelkê direvînin, zorê li wan dikin û wan didin kuştin.

Serhan Mihemed her wiha diyar kir ku PYD û PKK xizmeta rêjîma Beşar Esed dikin, ew vê yekê jî baş dizanin dema pêşmergeyên Rojava vegerin wir dê “hêla kurdiniyê” bikşînin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Aldar Xelîl çend salan di nav PKKê de maye û niha vegeriyaye Rojava lê wisa xuya dike tûşî nexweşiya derûnî bûye.

Serhan Mihemed destnîşan kir ku PYD girêdayî PKKê ye û PKK jî parêzerê berjewendiyên Îranê ye. Îran dixwaze bi rêya PKKê bêbaweriyê li hember Pêşmerge çêbike û pêşiya referandom û serxwebûna Kurdistana Başûr bigire, ji bo vê armanca xwe jî Aldar Xelîl, ku kesekî nêzîkî îstixbarata rêjîma Sûriyê ye, bikar tîne.

Li gorî wî fermandeyê Rojava, gotinên Aldar Xelîl ti bandorek xirab li ser morala Pêşmerge nake çimkî “paşeroja me geş e û ev jî dê di demek nêzîk de derkeve”.

BasNews