Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê bi tundî YNK hişyar kir!
 
Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê bi tundî YNK hişyar kir!
2016-05-21 17:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê bi tundî YNK hişyar kir û diyar kir; piştî rêkeftina YNK û Tevgera Gorran pêşxistina du îdareyî li ragehandina YNKê de zêde buye.

Piştî rêkeftina di navber YNK û Tevgera Gorran de, li çapemeniyên YNKê û di çapemeniya nêzîk YNKê de, li ser bingehê du îdareyî kar tê kirin û li gel xelkê jî saziyên hikûmetê yên ewlehiyê bi navê partiyê têne pênase kirin. Di çarçoveya vê hewldanê de li hin çapemeniyên YNKê û yên nêzikin bi YNKê de, belav kirina nûçeyekê de asayîşa herêma Kurdistanê ya Duhokê wek asayîşa PDKê didin nas kirin.

Di vê derbarê de serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Heme Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destavêtinê waha yên di ragehandina YNKê de, dixwazin wa bidin diyar kirin ku, du îdare li Kurdistanê heye. Di demekî em hinde sale kar dikin ku du îdareyî nemîne ew waha dikin. Ji ber vê jî eger asayîşa Duhokê wek asayîşa PDKê pênase bikin, diyare baweriya wan bi yekgirtina Kurdistanê tuneye.’’

Serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê aşkera kir: ‘’Ew ên ku wan nûçeyan belav dikin, diyare ne profesyonel in. ev ne yekem care ragehandina YNKê wan destavêtinan bikar tîne.’’ Herwaha got: ‘’Wek sendikaya rojnamevanên Kurdistanê, em polît bûroya YNKê agahdar dikin, wan rewşane li berçav derbas bikin. Ew jî divê bi rêya nûneriya YNKê li sendîkaya rojnamevanan de me agahdar bikin.’’

NasNews