Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em ê çalakiyên xwe zêde bikin
 
Em ê çalakiyên xwe zêde bikin
2016-05-21 17:49
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat di hevpeyvîna Rojnameya Junge Welta almanî de ragihand ku dê çalakiyên xwe zede û berfireh bikin. AKP, MHP, tevgerên neteweperest, hêzên laîk û nîjadperest li hemberî kurdan tifaq ava kirin.

Li gorî nûçeya Oda TVyê Hevseroka KCKê Besê Hozat derbarê mijara parêzbendiyê de pirsen nûçegihanê Rojnameya Junge Waltê Peter Schaber dan û helwesta CHPê rexne kir.

Tu projeyeke çareserî ya dewletê tunebû

Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Junge Waltê de got:"Ev nêzî sedsalî ye dewleta Tirkiyeyê kurdan qir dike. Bi pêvajoya aştiyê re xwest bi PKKê diyalogê ava bike. Lê di çareseriya polîtîk de tu projeyeke dewletê berbiçav tunebû. Piştî ku pêvajoya aştiyê rawestiya asta tund û tujiyê dijwartir bû. Ji van qetlîam a herî mezin jî bûyera Enqereyê ku 103an jiyana xwe ji dest dan bû."

Di dema aştiyê de gelek qereqol û îstasyonên ewlehî hatin avakirin

Hozat di berdewamiya axaftina xwe de got:"AKPê bi pêvajoya aştiyê xwest hêz û desthilatiya xwe zexmtir bike û ji bo vê derketibû rê. AKPê di pêvajoya aştiyê de ji bo ku xwe bi hêz bike hemû amûrên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Heta di dema pêvajoya aştiyê de amadehiyên şerî jî dikir. Li Kurdistanê gelek qereqol û îstasyonên hêzên ewlehî ava kirin. Pergala cerdevanî ji nû ve hate dîzaynkirin û di armancên xizmetên leşkeri de zêdebûn çêbû."

AKP ji bo destkeftiyên kurdan şer da destpêkirin

Hevseroka KCKê di dirêjiya axaftina xwe de got:"Wekî din di serdama pêvajoyê de kurdan li Kurdistanê bi rêxistin bûn û ji bo pergala xweseriya demokratik gav avêtin. Li Rojavayê Sûriyeyê şoreşeke berbiçav hat kirin û li wir pergala kantonên demokratik ava bû, bi pêşengiya Yêkineyên Parastina Gel (YPG) li dijî DAIŞê tekoşîneke mezin hat dayîn. Ev rewş AKP tirsand, ji bo AKP û DAIŞ hevkarên staretejîk bûn. Her du jî heman îdeolojiyê diparêzin. Ev rewş ji bo kurdên Tirkiyeyê jî bû hêvî. AKP ji bo ku van deskeftiyên kurdan têk bibe şer da destpêkirin."

sputniknews