|
Terorîstên DAÎŞ bi hev ketin: 70 kuştî |
|
2016-05-21 17:45 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li bajarê Reqqayê bi hev ketin. Li gorî zanyariyên berdest herî kêm 70 terorîstên ku ji derveyî Sûriyeyê hatibûn hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajêr, di navbera terorîstên DAIŞê yên Baskê El-Hazimî û Baskê El-Bexdadî de şerekî dijwar derket. Hat ragihandin ku 70 terorîstên piraniya wan kesên ji derveyî Sûriyeyê (El-Muhacirîn) hatin kuştin.
Her wiha pêngava rizgarkirina bajarê Reqqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dê were destpêkirin. Balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî jî ji bo ku sivîl ji malên xwe derkevin û bajêr biterikînin belavok ji asîmanan avêtin.
sputniknews
|
|
|