Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nebe careke din ezmûnek ne serkeftî ligel Iraqê bê dûbare kirin
 
Nebe careke din ezmûnek ne serkeftî ligel Iraqê bê dûbare kirin
2016-05-18 21:12
MediaKurd > info@mediakurd.com

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, Îro 18 Gulanê, li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Yekîtiya Ewrupa bi Serokayetiya Nick Westcott Birêveberê Beşa Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya li Komîsyona Karubarên Derveyê Yekîtiya Ewrupa û şandekî li gel kir ku ji Patrick Simonnet Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Bexda û Patrick Gêsn Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên karubarên siyasî û mirovî yê Yekîtiya Ewrupa pêkhatibû.

Li hevdîtinê de serokê şandê, silavên xanima Federika Mogerînî Rêkxerê Giştî yê Siyaseta Yekîtiya Ewrupa bi Serok Barzanî gihand û bi navê çareserkirina kêşeyan û pêşxistina aborî û aramiya siyasî de, tekez li ser girîngîdan û palpiştiya Yekîtiya Ewrupa ya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha pêzanînên xwe yên ji bo azayetiya Pêşmerge li şerê terorîstên DAIŞê û dilfirehiya gelê Kurdistanê ya ji bo mîhvandarîkirina sedan hezar koçber û lêqewimiyan kir. Li rol û bandora Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê terorê û herwiha ew rênimayên Serok Barzanî ya ji bo berçavgirtina prensîpên mafê mirov û yasayên ceng ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derxistiye destxweşiyê jî lê kir. Daxwaz jî kir ku Serok Barzanî nêrîna xwe ya di derbarê rewşa emnî û siyasiya Iraq û Kurdistanê bixerû. Şanda mîhvan li beşekî dinê kombûnê da Serok Barzanî ji bername û planên xwe yên yarmetîdana Herêma Kurdistanê yên li paşarojê de agahdar kir.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan li gotarek da behsa gefên aborî û emnî yên li ber gelê Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku ji bilî hebûna gefan gelê Kurdistanê bergiriyê li xwe û bihayên bilind dike. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de bi kurtî dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û hewlên gelê Kurdistanê ya ji bo aramiya Iraqê xisterû û balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareserkirina kêşeyan nabê pêdagîriyê li ser dûbarekirina ezmûnekî şikestxwarî bê kirin.

Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku nakokiyên siyasî li navbera aliyên Herêma Kurdistanê her çawa bê, lê belê li ser berjewendiyên bilind û asayîşa neteweyî hemû aliyek yek helwestin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê mijareke dinê vê kombûnê bû.

BasNews