Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bi rêkeftina YNKê û Goran hejmarek serkirdeyên YNKê têne dûrxistin
 
Bi rêkeftina YNKê û Goran hejmarek serkirdeyên YNKê têne dûrxistin
2016-05-18 21:10
MediaKurd > info@mediakurd.com


Karzan Sebah Hewramî

Serkirdeyekî Bilind ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) eşker kir, rêkeftina di navbera Goran û YNKê de hate imze kirin, hesabê hejmarek ji serkirdeyên YNKê têde nehate kirin, nedibû ew kar bihata kirin.

Îro 18 Gualnê, Serkirdeyekî bilind ji YNKê ku nexwest nave were belav kirin ji BasNews re rgehand: “Tiştê di nav Goran û YNKê de hate kirin, têde hesabê çend serkirdeyekî YNKê nehatiye kirin, nedibû ew tişt were kirin, lê niha hate kirin, divê ew berpirsiyaretiya vî tiştî rakin, jiber ew serkirdeyên din gotinek wan din hebû.”

Ji aliyê xwe ve ÇAvdêrê Siyasî Niyaz Hacî li tora civakî Facbook belav kiriye: “Di encama rêkeftina YNKê û Goran de çend armancên Newşêrwan Mistefa pêkhatin ku çend serkirdeyên YNKê wê ji YNKê dûrbikevin.”

Doh 17 Gualnê li Debaşan li bakurê bajarê Silêmaniyê, rêkeftina di navbera Goran û YNKê de bi amadebûna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hate imze kirin, hejmarek ji serkirdeyên bilind ên YNKê di merasîmê de beşdarnebûn yê diyar ji wan (Mela Bextiyar, Erselan Bayiz, Azad Cindiyanî, Mehmûd Sengawî û Hemey Hemeseîd.)

BasNews