|
Dem hatiye em bibin cîranê Iraqê |
|
2016-05-15 22:22 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Muslih Receb ragihand ku her kesek hûkmê kiribe agir û hesin berdaye ser gelê kurd, û Bexda û ti demê bawerî bi demokrasî û fedralî û pêkvejiyanê nebûye, lewma kurd paşve venagere û pêwîst e pêngaveke din bo pêşve biçin û serkirdatiya aliyeke siyasî jî wê pêngavê bi serxwebûnê dibîne.
Muslim Receb ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ji destpêka damezrandina hikûmeta Iraqê ve her ji sala 1921ê ve heta îro her kesek hûkmê Iraqê kiribe agir û hesin berdaye ser gelê kurd û eger em temaşe bikin ew derbeya ku bi ser parlemantoya Iraqê de hat rêkeftineke pişt dîwar bû bo têkdana rewşa Iraqê û ew jî hemû bo wê yekê ye ku rola kurdan nebe li Iraqê, ku ev 100 sal e ku Iraq dijayetiya gelê kurd dike.”
Muslim Receb wiha got: “Îro baştirîn derfet e bo gelê kurd bi taybetî ku hêzên pêşmerge bi nûneratiya hemû cîhanê şerê terorîstan dikin û serkeftin li pey serkeftinê bi dest dixe, lewma pir girîng e ku serkirdatiya aliyên siyasî îro li ser maseya gotûbêjan rûnên û dawiyê bi van nexweşiyan bînin ku bi dirêjahiya dîrokê gelê kurd ligel Iraqê dîtine ji enfal û kîmyabaranê heta kuştin û derbideriyê û ez bang li Serokê Herêma Kurdistanê dikim ku hemû aliyan kom bike û biryara xwe ya dawî bidin ûhemû alî jî piştgiriyê lê bikin û dem hatiye em û Iraqê bibin cîranê hev.”
Kdp.info |
|
|